Şanoya "Selme" ji Kerkûkê ve nûnertiya Kurdan li Rûsyayê dike
Kurdistan 12:46 PM - 2026-08-19
PUKMEDIA
Şanoya Selme
Şanoya "Selme" teke berhema Kurdistanê beşdarî Festîvala Şanoyê ya
Ostrovsky Fest a Rûsyayê beşdare û derhênerê wê radigihîne ku şano behsa sê
jenosîdan dike û dibêje: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo beşdariya di
festîvalê de alîkar û piştgirê me bû.
Nejad Necim derhêner û rêveberê Koma Şanoyê ya Hewar, di
daxuyaniyekê de ji bo PUKMEDIAyê ragihand: Em wekî Koma Şanoyê ya Hewar ji
bajarê Kerkûkê, wekî teke nûnerê Kurdistanê û hemû Îraqê beşdarî festîvala
şanoyê ya 'Ostrovsky Fest' bûne ku li Rûsyayê, li bajarê Kineshma yê herêma
Ivanovayê tê lidarxistin.
Wî her wiha got: Di vê festîvalê de 16 nîşandan hene û
zêdetirî 10 welat beşdar in.
Derbarê wê şanoya ku di festîvalê de pêşkêş dikin, rêveberê
Koma Şanoyê ya Hewar ragihand: Em wekî Koma Şanoyê ya Hewar bi şanoya 'Selme'
beşdar in. Şanoya Selme ji aliyê Dr. Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsandin û karê
sînografî û derhêneriyê jî ji aliyê Nejad Necim ve hatiye kirin.
Ev nîşandan bi piraniya zimanan li welatên erebî û heta li
Parîsê jî hatiye pêşkêşkirin, lê vê carê li Rûsyayê bi zimanê kurdî tê
pêşkêşkirin. Wî her wiha da xuyakirin: "Selme pêşbaziyê bi 16 pêşandanên
din re dike, duh 18/8/2026 destpêka festîvalê bû, me bi cil û bergên kurdî wekî
tenê nûner ji Kurdistan û Îraqê beşdarî kir, festîval jî heta 24ê mehê berdewam
dike.
Nejad Necim da zanîn ku sibe 20/8/2026an, ew ê şanoya Selme nîşan
bidin, ku behsa sê jenosîdan dike, ew jî ev in: karesatên Helebçeyê, Enfal û
Koçberiya gelê Kurdistanê.
Derbarê şêwaza nîşandanê de rêveber girûpê ragihand: Ev kar ya
tîmeke mezin e, zêdetirî heşt kesan e, lê ji ber mijara vîzeyan, bilêtan û wan
tiştan, em sê kes hatine û beşdar in, ektereke keç roleke dilîze, ku bixwe du ekter
bûn, lê ji ber ku vîze nedan aktrîseke fransî, niha bi aktereke kurd re bi
zimanê kurdî tê pêşkêşkirin, ligel kesekî ku muzîkjen e û ligel min wekî
derhêner û sînografer.
Derbarê wê yekê de ku kê alîkar û piştgirê wan bûye, Nejad
Necim rêveberê Koma Şanoyê ya Hewar û derhêner û sînografê şanoya "Selme",
ragihand: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi rêya Aso Mamend û buroya xwe ya
siyasî li Kerkûkê piştgiriya madî û menewî li me kiriye, her wiha Yaqûb
Necmedîn wekî berhemhêner û Xalê Umêd alîkarên me bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê gera duyemîn a lîstikên cîhanî yên robotan birêve diçe
11:28 PM - 2026-08-24 -
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
09:21 AM - 2026-08-25
Amerîkayê Sûriye ji lîsteya terorê derxist
11:04 PM - 2026-08-24
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
10:48 PM - 2026-08-24
Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
09:44 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
Kurdistan 07:57 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24



.png)


Aplîkêşin

