Qamişlo..Destpêşxeriya Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî hat ragihandin

Kurdistan 04:50 PM - 2026-10-17
Dîmenê merasîmê ANHA

Dîmenê merasîmê

Zimanê Kurdî

Li Bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, îro 17/10/2026`an, bi merasîmekê bi beşdarbûna hejmarek kesayet û çalakiyên civakî û çandî "Destpêşxeriya Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyê" hat ragihandin.

Di merasîmê de Rêvebera Herêma Qamişloyê Dr. Cîhan Hesam beşdarbû, têde gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku: Zimanê ku dilê me rihet dike, zimanê dayîkê ye û divê bi awayekî destûrî û fermi were nasandin.

Di beyannameyekê de hat ragihandin ku, bi armanca ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin, Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê hat ragihandin.

Her weha li gorî beyannameyê armancên sereke yên Destpêşxeriya Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî ji destûrîkirina zimanê Kurdî li Sûriyeyê, pesendkirina statuya destûrî û qanûnî ya zimanê Kurdî û fermîkirina Zimanê Kurdî pêktên.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike