Piştî daketineke mezin bihayê petrolê cîgir dibe
Aborî 09:53 AM - 2026-11-05
PUKMEDIA
petrol
Nirxê neftê di
bazarên cîhanê de ji bo îro pêncşemê hinekî bi cîgir ma, ev jî piştî ku di
rojên çûyî de hilweşîneke mezin dît û zêdetirî 8% ji nirxê xwe winda kiribû.
Bihayê nefta xav a
brent îro pêncşemê daket 94.62 dolarî, her wiha nefta xav a teksasî ya Amerîkî
(WTI) jî daket derdora 87.97 dolarî, ku ev jî asta herî nizm e ku ji 31ê
gelawêjê (tebaxê) ve hatiye tomarkirin.
Sedema sereke ya
firotina bi kom a neftê û hilweşîna bihayyan vedigere ser serkeftina mezin a
Partiya Demokrat di hilbijartinên nîvê xula Amerîkayê de û kontrolkirina her du
encûmenên nûneran û pîran.
Ev jî derbeyeke siyasî
bû li Donald Trump û bû sedem ku bazar pêşbînî bikin ku Kongreya nû zextê li
îdara Trump bike daku dawî li şerê Îranê bîne û ber bi peymana aştiyê ve
pêngavan biavêje, ku vê yekê tirsa rawestana dabînkirina neftê kêm kir û biha
daxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

