Wênekêşa kurd jiyana penaberiyê di tabloyên xwe de dinexşîne
Rêportaj 02:40 PM - 2026-11-05
Kurdistanî Nwê
Wêneyê Pêşangehê
Bi boneya 7emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê, keçe
wênekêş a kurd pêşangeheke taybet bi navê "Bextê Vegerê" vekir ku tê
de çîroka 69 tabloyên jiyana dijwar a koçberiyê tê vegotin.
Mîdya Silêman Emranî ji Qamişloyê ji "Rojnameya Kurdistanî
Nwê" re axivî û got: Ji zarokatiya xwe ve min dest bi karê hunera şêwektariyê
kiriye û min beşdarî di gelek pêşangeh û fîstîvalên hevpar de kiriye, piraniya
wan li Rojavayê Kurdistanê bûn.
Got jî: Her wiha min beşdarî di du pêşangehên navneteweyî
yên li Misir û Fransayê de jî kiriye, di encama beşdariya xwe ya salane de di
Fîstîvala Edeb û Hunera Jinan de, ji xula duyemîn heta xula dehemîn, min çar
xelat bi dest xistin.
Mîdya Silêman Emranî got: Ji aliyê civakî ve jî min
pêngaveke baş avêt, bi bexşîna 16 tabloyan ji bo beşa nexweşiyên penceşêrê li
Nexweşxaneya Ibin El-Nefîs a li Şamê. Di rojên borî de di pêşangeheke taybet de
min 69 tablo bi navê (Bextê Vegerê) nîşan dan.
Bal kişand ser wê yekê jî ku; Hunera şêwektariyê bûye cihekî
ji bo komkirin û gotûbêjkirina li ser wê yekê ku çi li ciyê xwe maye û di
bîrdariyê de zindî ye, huner dikare çi bike dema ku veger nemimkûn be, ew
tiştên ku em dikarin bi rêya çîrok, wêne û dengan ji nû ve ava bikin û dema ku
em di rêya vegerê de ne em dikarin çi bikin.
Wê got: Min pêşangeha xwe di 9ê Cotmehê sala 2026an de li
bajarê Qamişloyê vekir, di heman wê rojê de ku di sala 2019an de em lê koçber
bûn, di heman ew dem û demjimêra ku bombebarana ser bajarê me Serêkaniyê destpê
kir, yanî demjimêra çaran a piştî nîvro, min pêşangeha xwe vekir û ji bo demê
heft rojan berdewam kir ku ev jî li gel hejmara salên koçberiya me tê. Di dema
pêşangehê de min çend çalakiyên curbicur saz kirin, di nav de gotina çîrok û
serpêhatiyên jiyana koçberiya xelkê bajar û li ser deşt û siruştê Serêkaniyê.
Mîdya Silêman da xuyakirin ku rojek ji pêşangehê taybet bû
ji bo nîşandana berhemên hunerî yên zarokên Serêkaniyê, ew nifşê ku evîna Serêkaniyê
di dilê wan de hatiye çandin, her wiha hejmareke muzîkjenên cuda yên Serêkaniyê
di pêşangehê de bi lêxistina muzîkê beşdar bûn.
Wê da xuyakirin ku di vê pêşangehê de ne tenê heft salên
zehmetiyên jiyana koçberiyê û karesatên berdewamiyê, belkî dirêjiya bendewariya
vegerê ji koçberiyê bi rengekî hunerî nîşanî hezkiriyên hunerê daye.
Wê got: Min gelek pirs danîn holê, wekî: Mirov çawa dikare
welatekî ji bîrdariyên xwe ji nû ve ava bike? Bîrdarî heta çi astê dikare di
çenteyekî giran de be? Mirov çawa dikare welatekî ji bîrdariyên xwe ava bike?
Gelo mirov dikare rêyekê winda bike ku ji her tiştî zêdetir nas dike?
Mîdya Silêman her wiha dibêje: Min gelek hûrgiliyên
têkildarî bîrdariya bajar û xelkê xwe di nava tabloyên biçûk de bicih kiribûn,
li tenişta her tabloya mezin ku salekê ji salên koçberiyê nîşan dide, min heft
tabloyên biçûk danîbûn, li tenişta wan jî min pirsek danîbû ku derfetê dide her
mêvanekî ku pirsekê ji xwe bike, ne tenê ew kesên ku koçber bûne, ji ber ku êş
bi xwe geştek e û pêwîstiya wê bi dem û geşteke dûr û dirêj heye ji bo
çareserkirina birînan û vegerê bo çavkaniya xwe ya rastîn.
Wê da zanîn ku pêşangeh ji bo zarokên Serêkaniyê û bajarên
din û hezkiriyên hunerê ciyekî baş bû ji bo ku çîrok û hestên xwe bi hev re
parve bikin, ev jî tekez krinek e li ser ciyekî daku em bikarin vegerin ser warê
bapîrên xwe û bi aştî û aramiyê bijîn, dûrî metirsiya koçberiya dubare. Ev jî
piştî bendewariyeke dirêj û mezin tê, her wiha hewildan ji bo destpêkirinê ji
nû ve li ser jiyanê, ji ber ku ev jiyan û temen bi qasî pêwîst tijî talî û êş
e.
Hêjayî gotinê ye ku hunermenda şêwekar Mîdya Silêman Emranî,
di sala 1992an de li Serêkaniyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye û
derçûya beşa wêjeya înglîzî ye li Zanîngeha Helebê.
Kêfxweşiyeke Mîdya Silêman ya mezin ji bo hunera şêwektariyê
heye û ji zarokatiya xwe ve bi evînî wêne û tabloyên çêdike, hunar ji bo wê
penageheke ewle ye di parastina ji tundiyê de û çavkaniyek e ji bo aramiyê ku
bi nermî destî li giyanê mirov dide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

