Şoreşa dîjîtalî ji bo geşepêdana zimanê kurdî li Ewropayê
Rêportaj 03:42 PM - 2026-11-09
Kurdistanî Nwê
Feyruza Reşîd dahênera kurd
Jineke xelkê Efrînê ku nişteciha Nemsayê ye, bi rêya kurte vîdyoyan
di torên civakî yên wekî Facebook, Instagram û YouTube de zarokên kurd û fêrxwazan
fêrî zimanê kurdî dike.
Di vî warî de Feyruz Reşîd, çalakvana warê fêrkirina zimanê
kurdî li welatê Nemsayê, ji Rojnameya "Kurdistanî Nwê" re ragihand: Gava
min li medyaya dîjîtal nihêrî, min dît ku naveroka zanistî û teknolojiyê bi
zimanê kurdî li înternetê pir kêm bûye; ji bo ku ez beşekî ji vê valahiyê tijî
bikim, min dest bi çêkirina kurte vîdyoyan li ser fêrbûna zimanê kurdî û
belavkirina wan kir. Xala herî girîng ji bo min ew bû ku ev naverok bi temamî
bi zimanê kurdî bin, hem ji aliyê deng û axaftinê ve û hem jî ji aliyê jêrnivîsê
ve.
Min xwest xizmeta zimanê dayika xwe bikimFeyruz Reşîd got jî: "Min xwest gaveke çêtir bavêjim bi taybetî ji bo zarokên kurd, min xwest xizmeta zimanê dayika xwe bikim û gaveke din ber bi parastin û geşepêdana zimanê kurdî ve bê avêtin. Bêguman bi alîkariya teknolojiyeke zîrekî dest çêkirî (AI) min karekatekî piçûk û dilgeş bi navê (Mîmî Mamoste) çêkir. Armanca min ew bû ku zarok pêşî dilê wan pê xweş bibe û bi hev re werin girêdan, paşê bi alîkariya her vîdyoyekî, bi şêweyekî xweş û balkêş zarok û fêrxwazên zimanê kurdî fêrî gelek peyv û destewajeyên kurdî bên kirin."
Wê da xuyakirin ku li torên civakî yên Instagramê zêdetirî 113 hezar şopînerên wan (followers) hene, li Tîktokê zêdetirî 21 hezar şopîner û li Facebookê jî 19 hezar şopînerên wan hene. Tenê di dema du hefteyan de vîdyoyên (Mîmî Mamoste) li YouTuba min de zêdetirî 70 milyon bîner û guhdar hebûne.
Armanca min zêdekirina şêwazên fêrkirina zimanê kurdî yeWê diyar jî kir ku, encam û bertekiyên vê projeyê ji ya ku wê li bendê bû pir mezintir bûn û ev yek pir kêfxweş kir. Herwiha rojane bi hezaran peyam û komêntên erênî, tije evîn û piştgiriyê ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji aliyê kurdên diyasporayê ve digihin wan, û di demekî kurt de projeya wan li ser platformên torên civakî bi giştî pir bi lez geş bûye.
Feyruz Reşîd got jî: "Bîner û guhdarên vîdyoyên me bi demekî kêm de pir zêde bûn, ev yek balkêş bû û dikare wekî destkefteke dîrokî bê hijmartin. Ev yek nîşan dide ku di nava gelê me de pêdivî û daxwazeke zêde ji bo naveroka peyva kurdî bi qalîteyeke baş heye, bi taybetî ji bo zarokan. Armanca min a sereke geşepêdana wan hejmaran û zêdekirina şêwaz û nimûneyên fêrkirina zimanê kurdî ye, bi sûdwergirtina ji derfetên zîrekiya destîêkirî û medyaya dîjîtal."
Xewna min ewe ku (Mîmî) bibe çavkaniyek ji bo dahênerên kurdWê da xuyakirin ku ew naxwaze ev kar tenê di lîstikvaniya (Mîmî Mamoste) de sînordar be, û xewna wê ew e ku (Mîmî) bibe çavkaniyek ji bo gelek ciwan û dahênerên kurd, da ku bikarin berhemên nû û mezin di cîhana dîjîtal de çêbikin. Di nava projeyên wê yên pêşerojê de, amadekirina vîdyoyên dirêjtir ên Mîmî Mamoste heye, da ku zarokên kurd bikarin wekî kartonên dirêj lê temaşe bikin.
Di dawiyê de Feyruz Reşîd got: "Karên min di warê zanyariyên teknolojîk û cîhana dîjîtal de, ji kenala YouTube bi şêweyekî berfirehtir berdewam dikin. Ev proje hêza herî mezin a min e ji bo piştgiriya gelê me, lewra ez daxwaz ji hemû kesên ku dilê wan bi zimanê kurdî dişewite û girîngiyê pê didin dikim ku bibin endamên kenalên me, vîdyoyên me belav bikin û piştgiriya projeya me bikin, ji bo parastina zimanê kurdî li hemû cîhanê."
Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên Feyruzê nimûneyek e ji bo şiyana medyaya dîjîtal ji bo xizmetkirina ziman û çanda kurdî bi giştî; ew warê ku dikare roleke girîng di parastina zimanê dayik de ji bo nifşên me yên pêşerojê bigire.
Feyruz Reşîd di sala 1992an de li Efrînê ji dayik bûye û qonaxên xwendinê yên seretayî û navendî li Efrînê qedandiye, paşê beşa aboriyê li Zanîngeha Helebê xilas kiriye. Piştî têkçûna rewşa Efrînê di Adara sala 2018an de, ew koçî Ewropayê dike û bawernameya mastêrê li Polonyayê bi dest dixe. Herwiha nêzîkî sê salan e ku li ser projeya kurte vîdyoyên dîjîtal ji bo xizmeta zimanê kurdî kar dike û di heman demê de geşeyê bi naveroka axaftin, peyv û navên kurdî dide.
PUKMEDIA/Kurdistanî Nwê
Mîmî Mamosta (karekter)
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

