Beqayî: Pêşniyara vekirina Tengava Hurmuzê ya du rojan hîn li ser maseyê

Cîhan 04:11 PM - 2026-11-09
Îsmaîl Beqayî Ajans

Îsmaîl Beqayî

Îran Amerîka

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê (Îsmaîl Beqayî) roja Duşemê ragihand ku pêşniyara welatê wî ya ji bo gihîştina bi rêkeftinekê ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê di nava du rojan de, hîn jî li ser maseyê ye.

Beqayî, da xuyakirin ku bersiva Amerîkayê ji bo daxwazên Îranê dikare bibe sedema pêşketinên erênî li herêmê.

Di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de Îsmaîl Beqayî got: Ger Amerîka bersiva daxwazên Îranê bide, wê demê dê herêm di nava du rojan de şahidê pêşketinên erênî be û ewlehî dê vegere Tengava Hurmuzê.

Diyar jî kir ku pêşniyara berê ya Îranê ew bû ku di nava du rojan de -li şûna 7 rojên di pêşniyara ewil de- bigihin rêkeftinekê ji bo vekirina tengavê.

Derbarê danûstandinan de jî, berpirsê Îranî spasiya hewldanên Qeter û Pakistanê yên di warê navbeynkariyê de kir û tekez kir ku têkiliya bi her du aliyan re berdewam e, her wiha aşkere kir ku çavdêrên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî çend roj berê li sazgeha Etomî ya Bûşehrê operasyonên pişkinînê pêk anîne.

Di pêşniyara xwe ya nû de, Tehranê dema pêwîst ji bo destpêkirina danûstandinan ji 7 rojan kêm kir û kire du roj tenê, bi şertê ku Washington pêşî pabend bibe bi rawestandina kiryarên şer, rakirina dorpêçê û betalkirina sizayan.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike