Li Koreya Başûr Dronek leşkerî ket xwarê

Cîhan 10:00 AM - 2026-11-10
Drona (ÎHA) Hurriyet

Drona (ÎHA)

Cîhanî

Dronek (ÎHA) ya Artêşa Koreya Başûr di dema perwerdeyê de li bajarê Gimpo ket nava parkê lê di bûyerê de çi kes mir yan birîndar nebû.

Artêşa Koreya Başûr Di daxuyaniyekê de aşkere kir ku tê nirxandin ku qeza ji ber pirsgirêke ragihandinê di dema perwerdeyê de çêbûye.

Hat ragihandin ku enqaza Dronê ya ku kete erdê ji cihê bûyerê hatiye rakirin.

Berdevkê Artêşa Koreya Başûr Kaptan Bae Seok-jin tekez kir ku qezayê ti ziyaneke sivîl negihandiye û got: Ji bilî ziyana ku li ser Dronê bixwe çêbûye, çi windahiyeke canî an ziyanek li ser sivîlan nehatiye ragihandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike