Efrîniyan 7 daxwazname pêşkêşî Serokkomar kirin

Kurdistan 11:44 AM - 2026-11-10
Navenda bajarê Efrînê Rewangeha Sûrî bo Mafên Miroavan

Navenda bajarê Efrînê

Rojavayê Kurdistanê

Hejmarek ji şêniyên navçeya Efrînê daxwaz pêşkêşî Serokkomarê Sûriyê Ehmed El Şereh kirin, ku têde daxwaza çareserkirina çend dosyayên mafnasî, îdarî û xizmetguzarî yên daliqandî li navçeyê kirin, û teqez kirin ku serweriya dewletê, li gorî tiştê ku di belgeyê de hatiye, divê bi serweriya yasayê û parastina mafên welatiyan bêyî cudakirin û vegerandina mafan bo xwediyên wan re bê girêdan.

Belgeyê heft daxwazên sereke di nava xwe de girtin, di serî de eşkerekirina çarenûsa girtî, winda û destbiserekan, û berdana her kesê ku çi sedemeke yasayî li ser nîne, û lêkolîna li ser rewşên windakirina bi zorê û binpêkirinan û hesabpirsina ji berpirsên wan û dadperwerî ji bo qurbaniyan û malbatên wan.

Daxwazkaran xwestin ku mal, dikan û zevî bên valakirin û bêyî berdêl yan merc, çawa ku bila rewşa kesên ku lê rûdinin be, bo xwediyên wan bên vegerandin, û sînorkirina hilgirtina çekan û endamên girêdayî wezaretên parastinê û navxweyî di nava çarçoveyên fermî de, û parastina xwediyên mulkan ji fişar û şantajê, û misogerkirina şiyana wan ji bo vegerandina mafên xwe.

Ev daxwaz di demekê de tê ku gilî û gazindên derbarê dosyeya mulkiyetê li Efrînê berdewam dikin, ji ber ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan berê daxwazên şêniyên navçeyê belge kiribû ji bo lezkirina vegerandina mal û mulkan bo xwediyên wan û danîna mekanîzmeyeke yasayî ya zelal ji bo çareserkirina giliyên derbarê vê dosyayê.

*Di aliyê çandî û perwerdeyî de, daxwazkaran xwestin ku biryarên Wezareta Perwerde û Fêrbûnê yên derbarê xwendina zimanê Kurdî li xwendingehên navçeya Efrînê bên cîbicîkirin, li ser bingeha, li gorî belgeyê, fermana serokatiyê ya hejmara 13 ya sala 2026.an, digel dabînkirina bername û kadroyên perwerdeyî yên jêhatî û misogerkirina cîbicîkirina kirarî di qonaxên xwendinê yên ku tê de girtî ne.

*Her wiha daxwaz kirin ku zarokên Efrînê bi awayekî rasteqîne û bandorker di rêvebirina karûbarên navçeya xwe de û di saziyên xwecihî, sivîl, dadwerî û îdarî de bên beşdarîkirin, û bihêzkirina jêhatiyan ji bo girtina berpirsiyariyan, bi awayekî ku, li gorî belgeyê, beşdarî, lêpirsîn û serweriya yasayê xurt bike.

*Daxwazan her wiha vegerandina navên Kurdî yên dîrokî yên gund, bajarok û cihên erdnîgarî yên ku di dema kempîna Erebkirinê yên berê de hatine guhertin, û parastina mîrateya dîrokî û çandî ya navçeyê wekî beşek ji mîrata nîştimanî ya sûrî di nava xwe de girtin.

* Di dosyeyeke din de, daxwazkaran bang kirin ji bo betalkirina bac û girtinên ku wan bi «taybet û ne yasayî» bi nav kirin, û cîbicîkirina yasa û bacên ku li deverên din yên sûrî bêyî cudakirin lê têne kirin, digel rawestandina destdirêjiyên li ser darên Zeytûnan û zeviyên çandiniyê û hesabpirsina ji berpirsên wan û qerebûkirina kesên ku zirar dîtiye.

* Belgeyê daxwazeke serbixwe ji bo kompaniya «Iktifa» û malên kesên ku ne amade ne (negirtî) veqetand, û bang li ser pêkanîna lêkolîneke yasayî û darayî ya serbixwe ji bo karê şîrketê kir, û eşkerekirina bingehên yasayî yên ji bo birêvebirina zeviyan û weberhênana wan, û rawestandina destwerdana li ser malên welatiyan û berhemên wan bêyî belgeya yasayî, û misogerkirina mafên xwedîmulk û kesên ku ne amade ne û vegerandina mulk û dahatan bo xwediyên maf û qerebûkirina wan ji ber zirarê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan di 3yê heyva Mijdara 2026 an de belge kiribû ku kompaniya «Iktifa ji bo weberhênana çandiniyê» rabûye bi berhevkirina berhemên zeviyan li Efrînê tevî hebûna xwediyên wan an mîratgirên wan li navçeyê û berdewambûna wan di weberhênana wan de, di nav nerazîbûnan de li ser bingeha yasayî ya pêngavên ku li dijî zeviyan û berheman hatine avêtin.

Daxwazkaran belgeya xwe bi wê yekê bi dawî kirin ku serweriya dewletê, li gorî dîtina wan, bi tenê bi amadebûna saziyên wê pêk nayê, belku bi riya hesta welatî bi parastina yasayê ji bo mafên wî û bidawîanîna tevgerên taybet û cîbicîkirina qanûnê li ser hemûyan pêk tê.

Her wiha wan daxwaza avakirina komîteyek hevbeş ya fermî ji niştecihên herêmê kirin daku daxwazan lêkolîn bike, rêkarên zelal û bernameyek ji bo çareserkirina wan pêş bixe, û cî bi cîkirina wê karî bişopîne.

PUKMEDIA






zêdetir tamaşe bike