Mezlûm Ebdî: Kurd di danîna destûra Sûriyê de wê xwedî pêgeh bin

Kurdistan 02:53 PM - 2026-11-10
Şêwirmendê Serokomariya Sûriyê Mezlûm Ebdî Kenala Nûçe

Şêwirmendê Serokomariya Sûriyê Mezlûm Ebdî

Mezlum Ebdî

Şêwirmendê Serokomariya Sûriyê Mezlûm Ebdî radighîne ku, pêvajoya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê hîna dest pê nekiriye û Kurd wê di danîna destûra Sûriyê ya pêşerojê de xwedî pêgeh bin.

Di hevpeyvîneke taybet de li gel kenala Nûçe TV de, Şêwirmendê Serokomariya Sûriyê Mezlûm Ebdî, bal kişand ser pêşeroja kurd li Sûriyê û diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê hîna temam nebûye û berdewam dike.

Ebdî aşkira kir ku, nivîsandina destûra nû ya Sûriyê dest pê nekiriye, her weha divê nûnerên Kurdan di komîteya danîna destûrê de hebin, û naveroka rêkeftinên ku bi Şamê re pêkanîne  di destûrê de wê werin qebûlkirin.

Derbarê proseya xwendina bi kurdî de jî Mezlûm Ebdî got: Xwendina refê 9'an û bekaloriya dê îsal bi kurdî be û bi sala bê re, dê perwerde nîv bi Kurdî be, nîv jî bi Erebî be, her weha zimanê Kurdî zimanekî fermî dibe û ev yek bi Şamê re hatiye yekalî kirin.

Şêwirmendê Serokomariya Sûriyê, da zanîn ku, entegrasyona hêzên leşkerî û emnî û tevlîkirina saziyên rêveberiyê li Hesekê û Kobanê bi pêşve diçe û got: Hêzeke Efrînê niha di perwerdeyê de ye û dê di demek nêzîk de bi fermî dest bi karê xwe bike, û derbarê hêzên Yekîneyên Parastina Jinê YPJê jî, lihevkirin çêbûye û hêzên YPJ'ê dê derbasî nav Wezareta Navxwe bibin. Bi awayekî li Cizîr û Kobanê YPJ'ê wek 2 hêzên erka taybet hatiye qebûlkirin.

Mezlûm Ebdî, diyar jî kir ku peywendiyên wan yên derve ji niha û pêve dê bi rêya Şamê bên kirin, tekez jî kir ku peywendiyên wan bi Tirkiyê re jî pêştir hebûn û niha jî berdewam in.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike