Fransa tedbîrên nû ji bo baştirkirina jiyana karkeran radigihîne

Cîhan 03:20 PM - 2026-11-10
Wêneyeke Xwepêşandanên Fransayê INA

Wêneyeke Xwepêşandanên Fransayê

Hikûmeta Fransayê bi armanca baştirkirina rewşa karkeran û zêdekirina dahata wan, pakêjeke nû ya aborî û civakî ji bo baştirkirina jiyana karmendan radigihîne.

Di bersiva zextên berdewam ên sendîkayan û ji bo kêmkirina qeyranên aborî de, hikûmeta Fransayê pakêjeke nû ya tedbîrên aborî û civakî ragihand, ku tê de gelek hêsankarî û zêdekirina mûçeyan ji bo fermanber û karkeran dihewîne.

Ragihandina vê pakêja nû piştî konferanseke civakî hat, ku ji aliyê Serokwezîrê Fransayê "Sebastien Lecornu", ve, bi beşdariya nûnerên sendîka û xwediyên karan ve hat rêxistinkirin, bi armanca gotûbêjkirina astengên aborî û bersivdayîna daxwazên têkildarî mûçe û jiyanê.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu, tekez kir ku hê jî alozî û tirs di derbarê pêşeroja siyasî û aborî de di asteke bilind de dimînin, û dubare kir ku ev tedbîr pêngaveke girîng in ji bo rûbirûbûna astengên jiyana welatiyan û bersivdayîna pêdiviyên wan di demekî hestiyar de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike