Berî 16 salan Mam Celal weke Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin
Kurdistan 10:10 AM - 2026-11-11
PUKMEDIA
Mam Celal Talebanî
Serok Mam Celal di 6ê Nîsana 2005an de piştî ku ji aliyê
Encûmena Nîştimanî ya Îraqê ve hat hilbijartin, postê Serokkomarê Îraqê girt û
di 11/11/2010an de bi piraniya dengan careke din ji bo xula duyemîn wekî serokkomar
hat hilbijartin.
Bi hilbijartinê ve jî Serok Mam Celal bû yekemîn
siyasetmedarê kurd di dîroka Îraqê de ku posta serokê welat werbigre, herwiha
yekemîn serokkomarê hilbijartî ji aliyê Encûmena Nûnerên Îraqê ve di dîroka wî
welatî de di salên bîstî yên sedsala borî de û yekemîn serokkomarê Îraqê ye ku
di bin destûra nû ya Îraqê de hatiye hilbijartin.
Di dema serokkomariya Mam Celal de, ji ber siyaseta aqilane ya
Serok Mam Celal, aşitî û biratî di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de hebû, bi
wê sedemê ve ji aliyê Ayetullah Seyd Elî Sîstanî, merceyiya bilind a şiîyan ve,
navê "Semamê Eman" lê hat danîn.
Piştî nexweşketina Serok Mam Celal re, Îraq derbasî rewşeke
siyasî ya pir nebaş bû û gelek kêşeyên siyasî û mezhebî rû bi rûyê Îraqê bûn.
Bi şahidiya mezintirîn siyasetmedarên cîhanê, Îraqê û kurdan, tenê kesê ku
karibûbû hevsengiya siyasî di navbera aliyên siyasî û çînên ciyawaz ên Îraqê de
ragire, tenê Serok Mam Celal bû.
Mam Celal Talebanî kurê Husamedîn kurê Nûrellah ê Talebanî,
di 12ê Sermaweza (Mijdara) sala 1933an de li gundê Kilkan ê binarî çiyayê
Kosret ji dayik bûye, destpêka zarokatiya wî li wî gundî bûye, paşê bavê wî
dibe rêberê tekiyeya Talebanî li Kifrî/Koyê, diçin wê derê û xwendina xwe ya
seretayî li wî bajarî xilas dike, qonaxa amadeyî li Kerkûk û Hewlêrê xilas
dike.
Mam Celal di temenê ciwaniya xwe de tevlî karê siyasî dibe, di
meha Sibata sala 1953an de serperiştiya sazkirina yekemîn kongreya Yekîtiya
Xwendekaran dike û di wê kongreyê de wekî sekreterê giştî yê wî rêxistinê tê
hilbijartin û di heman salê de dibe yek ji damezrînerên Yekîtiya Ciwanên
Demokrat a Kurdistanê û di salên 1953 û 1955an de dibe sekreterê Ciwanên
Demokrat, di sala 1959an de Koleja Hiqûqê li Bexdayê xilas dike.
Serok Mam Celal di 18ê Kanûna Pêşîn a sala 2012an de li
Bexdayê rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû. Piştî wê nexweşketinê, Mam Celal û
gelê wî rû bi rûyê kêşeyên mezin bûn, ji bilî şerê mezhebî yê navbera şiî û
sunniyan, tewra peywendiyên navbera herêmê û Îraqê bi temamî têk çûn, heta ku
paşê di 3/10/2017an de Serok Mam Celal li nexweşxaneyeke bajarê Berlînê yê
Almanyayê dilê wî yê mezin ji lêdanê ket.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23 -
Hikûmeta Federal: Dabînkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê spardeyeke mecbûrker e ji Zeydî
09:19 AM - 2026-11-23
zêdetir tamaşe bike




.webp)
.webp)
Aplîkêşin

