Hêro Xan.. Nîşaneya Jina Kurdistanî a Serkirde ye
Nêrîn 11:31 AM - 2024-06-13
Jina serkirde, siyasetmedar, tekoşer û
pêşmerge a Kurd û Kurdistanî (Hêro Xan) dîrokeke tejî ji şanazî û serbilindiyê
ye ku divê mirov mafê wê bidê ku yek ji jinên serkirde yên di dîroka Kurd û
Kurdistanê de degmenin û kêm wêne ne.
Hêro Xan keça ronakbîr û
siyasetmedarê mezin (Îbrahîm Ehmede) û her weha keça nivîskar û romannivîsa
mezin (Gelawêj xanime) û herdu bejin bilind li ser astê Kurdistanê û mamostayên
kurdayetî û nîştiman perweriyê ne, her weha Hêro Xan hevjînê serokê rewanşad
Mam Celal e ku sembola xebata netewî ya rizgariya gelê Kurd û di heman demê de
yekem serokkomarê welatekî erebî bûye ku bi ked û tekoşîn û xebata şoreşgerî ji
çiyan gihêşte koşka Selam ya Bexdada paytext, eve jî şanaziyekî mezin û buhaye
ji bo gelê Kurd. Hero Xan taybetmendiyeke xwe ya din jî ewe ku miroveka zana û
têgihêştî û xwende bûye tevî şert û mercên zehmet ya malbatê her weha gav bi
gav li kêleka Mam Celal bûye di xweşî û nexweşiyan de û piştevan û beşdar bûye
di xebata rizgariya netewî wek pêşmerge û wek mîdyakar û wek dayîk û wek jinek
xebatkar ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê .
Hêro Xan ji bilî wê ku
parêzvana şoreşa nû bûye bi serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di
heman demê de parêzvan û havkar û piştevanê xebat û tekoşîna neteweyî li ser
astê her çar parçeyên Kurdistanê bûye, her weha yekem jina serkirde ku giringî daye
xebatên kulturî û hunerî û çandî bi bê cudahî û giringiyek taybet dida
hunermend, nivîskar, wêjevan û medyakaran, ji bo parastina xezîneya dewlemend a
çanda û kultur û kelepora Kurdî. Hêro Xan bi dirêjahiya xebata xwe xwestiye
arşîvek zengîn biparêze û kanala telefizyonê ya Kurdsatê xiste xizmeta hemû
Kurdan.
Hêro Xan xwedî kesayetiyeke
bihêze ji zanîn û îrade û tekoşînê bi berdewamî di nava şert û mercên dijwar de
bergîrî li xebata jinan jî kiriye û rola jinan li Kurdistanê daye pêş û hêşt ku
jin pêgeha xwe ya diyar hebe beşdar be di nava siyasetê û civakê de.
Hêro Xan piştevana xebata gelê
Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bûye û
nimûneyên mezin û pîroz hene di wî warî de.
Rojbûna jina tekoşer û xebatkar
a mezin dade Hêro Xan pîroz be û her şad û bextewer be.
Nivîs:
Dawûd Çîçek
12/6/2024
PUKMEDIA/ XELAT
zêtir bibînin
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



Aplîkêşin

