Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir

Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28
Kongireya Rojnamevanî PUKMEDIA

Kongireya Rojnamevanî

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê dest danî ser 685 sikên zîv ên resen ku dîroka wan vedigere sedsala 12an û 13an a zayînî û sê gumanbar jî di vê dozê de girtin, di heman demê de sik ji aliyê Saziya Asayişa Herêmê ve radestî Mûzexaneya Silêmaniyê hatin kirin.

Îro Sêşemê 28/7/ 2026an, di kongreyeke çapemeniyê de Eqîd Karzan Şêrko, Berdevkê Saziya Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand: Di operasyoneke rêveberiya Asayîşê di dema bazirganîkirina bi 685 sikên zîv ên resen ku dîroka wan vedigere sedsala 12an û 13an a zayînî, dest danî ser sikan û di encama wê operasyonê de sê gumanbar hatin girtin û niha jî sikan radestî Mûzexaneya Silêmaniyê dikin.
Di heman kongreya çapemeniyê de Haşim Heme Ebdullah, Rêveberê Mûzexaneya Silêmaniyê, ragihand: Em kêfxweş in ku ji bo cara duyem mîqdareke din a sikên dîrokî ji bo mûzexaneya me tên radestkirin, ji bo me cihê serbilindiyê ye û bi awayekî fermî tê wergirtin û di xezîneyê de tê parastin, ku lêkolîner dikarin sûdê jê werbigirin, ji ber ku li ba me bihaya dîroka wê ji bihaya aboriyê girîngtire.

Ev jî di demekê de ye ku Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê ya bi ser Saziya Asayişa Herêma Kurdistanê ve di nîvê meha sibata îsal de 272 sikên dîrokî ku dîroka wan vedigere sedsala 18an a zayînî û di dawiya sala 2025an de dest danîbû ser wan, radestî Mûzexaneya Silêmaniyê kiribû.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket