Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28
Ragihandina Serokomar
Serokomar û şanda guherîna avhewayê
Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî, îro sêşemê 28ê Tîrmeha 2026an
li Koşka Selam ya li Bexdayê, şandeya danûstandinê ya timî ya guherîna avhewayê
û endamên komîteya rêber pêşwazî kirin û di civînê de pêşhatên dosya avhewayê û
gavên pêwîst ji bo bilindkirina kapasîteya Iraqê ya li hemberî pirsgirêkên jîngehê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de ku Wezîra Jîngehê Sirwe Ebdulwahîd jî amade bû,
rewşa guherîna avhewayê û rêyên rûbirûbûna wê hatin gotûbêjkirin. Serokomar
tekez kir ku ev diyarde bûye astengiyek ku bersiveke niştimanî ya giştî dixwaze
û bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina mekanîzmeyên bi bandor ji bo lihevhatina
bi bandorên wê re, her wiha pejirandina polîtîkayên yekgirtî ji bo parastina
ewlehiya avê, parastina sektora çandiniyê û hemû çavkaniyên siruştî.
Her wiha wî girîngiya hevahengiya di navbera saziyên
peywendîdar û berfirehkirina hevkariya bi hevkarên navneteweyî re diyar kir, bi
armanca piştgiriya cîbicîkirina pabendbûnên jîngehê yên Iraqê û xurtkirina
kapasîteya wê ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên pêşerojê.
Ji aliyê xwe ve, endamên şandeyê kurteyek derbarê rêça gerên
danûstandinên navneteweyî yên avhewayê û pêşîniyên Iraqê di gerên bê de pêşkêş
kirin, her wiha behsa gavên ku hatine avêtin ji bo zêdekirina derfetên
bidestxistina piştgiriya teknîkî û darayî ji bo projeyên jîngehê kirin û pesna
giringîpêdan û piştgiriya Serokomar dan ji bo wan hewldanên ku armanc dikin
amadebûna Iraqê di forumên navneteweyî yên taybet bi avhewayê de xurt bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

