Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike

Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28
Keşûba PUKMEDIA

Keşûba

Desteya Keşnasiya Îraqê rewşa keşûbayê çend rojê pêş de ragihand û pêşbînî dike ku Esman zelal û bê ewir dibe, li gel bilindbûna pileyên germê li hemû navçe û deveran.

Li gorî ragihandinê desteyê ji bo siba Çarşemê rewş wek xwe ye lê li beşên rojhilata navçeyên bakur hinekê Esman ewir dibe û pileyên germahiyê jî li hemû deveran hinekê bilind dibin.
Pileyên germahiyê wiha dibin:
Duhok                34
Hewlêr               44
Silêmanî, Kerbela, Enbar, Dîwaniye, Bexdad, Kerkûk, Mûsil, Diyale  45
Selahedîn, Babil, Necef û Musene 46
Zîqar                  47
Meysan û Besra  48

Ji aliyekî din ve, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ji bo roja pêncşemê dê esman zelal be, pileyên germê li herêmên bakur û navendî hinekî bilind bibin û li herêmê başûr jî nêzîkî pileyên roje berê bin, herwiha roja înê her dîsa pileyên germê li herêma navendî hinekî bilind bibin û li herêmên bakur û başûr jî wekî roja berê bin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket