Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir

YNK 02:22 PM - 2026-07-28
Wêneyê Civînê Nûsîngeha Ragihandinê

Wêneyê Civînê

YNK

Îro Sêşemê 28ê Tîrmeha 2026an, endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Seidî Ehmed Pîre, li baregeha mekteba siyasî ya li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Lêzme Elî Hewêz, pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir ku ji rêveberê çalakiyan Atif Hemîd, rêveberê bernameyan Pêşkeft Tariq û rêvebera peywendî û geşepêdanê Evîn Baban pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan behsa giringiya xurtkirina peywendî û alîkariya hevbeş a di navbera saziyan de û piştevaniya çalakiyên civakî û mirovî kirin, herwiha li ser geşepêdana karê hevbeş di xizmeta civakê û berjewendiya giştî de axivîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket