Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin

Kurdistan 05:21 PM - 2026-07-28
Bêgerd Talebanî û Konsulê Giştî yê Komara Çîkê Taybet

Bêgerd Talebanî û Konsulê Giştî yê Komara Çîkê

Îro Sêşemê 28/7/2026, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Çîkê (Lokaş Ciyurîç), kir bi armanca pêşxistina hevkariya di navbera wan de.

Di hevdîtinê de, Konsulê Çîk nameyeke fermî ya Wezîrê Çandiniyê yê welatê xwe radestî Bêgerd Talebanî kir. Di nameyê de tekezî li ser xurtkirina hemahengiyê di warên çavkaniyên avê, ajal, masiyan û berhemên çandiniyê de hatiye kirin, ligel piştevaniya ji bo kompaniyên çandiniyê derbarê baştirkirina kalîteyê, zêdekirina berheman û dabînkirina ewlehiya xwarinê.

Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî, di civînê de rola Komara Çîk gelekî giring nirxand di pêşxistina sektora çandiniyê de li Herêma Kurdistanê û spasiya piştgiriya wan kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket