SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
Êraq 05:30 PM - 2026-07-28
Ragihandina SOMO
Kompaniya SOMO
Kompaniya Bazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO), îro Sêşemê
28/7/2026ê, tevahiya hinardekirina petrolê ya Iraqê di mehên Gulan û Hezîranê
yên sala 2026an de ragihand û da xuyakirin ku mîqdarên hatine hinardekirin (32) milyon bermîl derbas kirine û dahateke aborî ya zêdetirî du milyar dolarên
Amerîkî bi dest xistine.
Kompaniyê di amarekî fermî de ku wêneyek gihêtiye PUKMEDIAyê,
têde diyar kiriye ku tevahiya mîqdarên petrola xav a hatî hinardekirin, bi
hûrgilî gihîştiye (32,114,677) bermîlan, di heman demê de nirxê dahata darayî
ya hatî bidestxistin gihîştiye (2,335,537,399) dolaran.
Her wiha Kompaniya SOMO hûrgiliyên mîqdarên hatine
hinardekirin û dabeşkirina wan li gorî zevî û deriyên hinardekirinê diyar kir,
ku tê de petrola Besrayê rêjeya herî mezin a hinardekirinê pêk aniye bi
mîqdarekî ku gihîşt (20,238,836) bermîlan, di demekê de ku mîqdarên hatine
hinardekirin ji petrola xav a Kerkûkê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê gihîştin
(10,311,216) bermîlan.
Her wiha mîqdarên ku ji petrola xav a Herêma Kurdistanê bi
rêya bendera Ceyhanê hatine hinardekirin gihîştin (1,564,625) bermîlan.
Ev amar nîşan didin ku kompaniya bazarkirina petrolê
"SOMO" berdewam e di birêvebirin û hinardekirina petrola xav a Iraqê
ji zeviyên navîn, başûr û bakur û bi rêya deriyên cihêreng ên hinardekirinê de,
bi awayekî ku herikîna dahatan ji bo xurtkirina xezîneya giştî ya dewletê
misoger dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

