Rojbûna Jineke Kurd A Şoreşger Û Jêhatî
Nêrîn 11:33 AM - 2024-06-13
Di roja 12-6-2024`an rojbûna jina kurd a şoreşger û jêhata kurd a ser çiya û nav bajaran e. Rojbûna keçka malbata kurd a kurdperwer û ronakbîr e. Keçka çiya û newalên Kurdistanê ye.
Di barê rastiya jêhatbûn û azadiya rasteqîne ya Hêro Xanê de rewanşad serok Mam Celal wiha digot; Hêro Xan xwediya kesayetiyeke cuda bû
Serokê Rewanşad Mam Celal li ser zimanê dost û neyaran û Mam Celal û cihê Hêro Xanê di jiyana wî yê tekoşînî, siyasî û kesayetiyê de çiye.
Ji Pirtûka hevdîtina temen.. Pirsyar û berisv e..
Ji bilî girîbesta hevjîntiyê Hêro ji bo te çi ye..?
Ji bilî ku ew hevjîna mine, ew
Yekem; Ew wek pizîşk bi min re ye ku agahdarî rewşa tenduristiya min e.
Duyem; Ew şêwermenda min a herî mezine di gelek karûbaran de, ez bi wê dişêwrim û nerînan bi hev re didin û distînin.
Siyem; Ew malxwe û xema min a rojene jî pir bi parêzvanî dixwe.
Çarem; Ew dosta min e, ya rastî ew hevala min a tekoşînê ye, kesayetiyeke wê pir cuda heye û kok di nav kesayetiya min de winda nabe, lewra jî, heya îro jî navê min li xwe nekir, lê her navê xwe li xwe kirî (Hêro Îbrahîm Ehmed), ne ku (Hêro Talebanî), heya ku em di hinek mijarên siyasî de nakok dibûn, wê riyek digirt û min riyeke din ji xwe re digirt.
Ev rastiya jina şoreşger a azad û serbestnû kîr û jêhatî ye ji ber wê jî emê navê Hêro Xanê di ezmana şîn a wêje û ronakbîriya kurdî de nexiş bikin û wê kok ji bîr ne be.
Rojbûna te pîroz be jina kurd a şoreşger û jîr û jêhatî û xwediya helwest û kesayetiya Kurdistanî ye.
Nivîs: Hozan Efrînî
PUKMEDA/ XELAT
zêtir bibînin
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



Aplîkêşin

