Stran Ebdula: Bi serfirazî bijî an jî bi merdî bimre
YNK 12:14 PM - 2020-11-19
bi serfirazî bijî an jî bi merdî bimre
Roja xwenewîstê meşa şoreşa wê ya nûkirî
Di vî hefteyê de em roja şehîd a yekîtî bi bîr tînin,roja şehîdên şoreşa Kurdistanî ya nuh a bi serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdstanê.
Her sal 21 Mijdarê roja nûvekirina dilsoziya hevalan û peymana neteweyî ye ya salvegera şehîdên tevgera rizgarîxwaza Kurd a girêday bi meşa şehadetê ya Pêşmerge û fraksiyonên yekîtiyê bi riya mêtînga tekoşînê ve ku ev zêdeyî 40 salî ye li çiyayên Kurdistanê û li deverên çalakiyên rêxistinî li seranserê Êraqê dirêj dibe.
Ev roj wekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdê sêyanengo xweragirî û fedakarî hate nîşan ji bo fireksiyona herî bihêz û serbilind a di nav refên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ye, gava ku qehreman hilkişiyan ser darên bidarvekirinê û bi gotinên (kem jiyan û kal jiyan) bang dikirin ku kete dîroka edebiyata berxwedana zîndanê, ku di mîrata erebî de jêre tê gotin: (bi serfirazî bijî an jî bi merdî bimre ) Bi vê yekê, me guherînek di awaya tekoşîna şoreşgerî ya nûvekirî ku Yekîtî pê tê nas kirin de çêkir.
Di salnameya şoreşa nû de roj û qereqolên din jî yê şehadet û qurbaniyê hene, em rojekê ji vê dîroka dewlemend nabînin bêyî ku bi xwîna şehîdan be, di nexşeya Kurdistanê de ti bajar an cih piştevaniya rawata cîhadiyan nake, ti şer bêyî ku qurbanî û şehîd bikevin di navbera têkoşerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ên liser ramanên Mam Celal ji bo wekheviya civakî û demokrasiya kurdistanê û Artêşa Baas de derbas nebûye, Ev tekoşîna pîroz bi têkbirina rêjîma dîktator, bi bicihanîna vîna şoreşger û serdema şehîdan gihîşt encamê.
Raste her partiyek bi hebûna xwe şa ne lê pesnê tekoşînên Yekîtiya Niştimanî û şehîdên wê di pêşangeha tewandinê û rêzgirtinê şehîdan de ye ew nakeve çarçoveya partîtiyê li ser mafgeriya me ,Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di tekoşîna gelê me de û di rêza pêşîn a demokrasî û dadperweriyê de li seranserê Êraqê, pêşerojek şoreşa pêşverû û eniyek nîştimanperwer û netewperwer bû û heya niha jî bicih têne, ji ber vê yekê bibîrxistina Roja şehîdên Yekîtî bîranînek welatparêzî û gelêrî ya tekoşîna siyasî û şoreşgerî ya li Kurdistanê ye ji wateya hizbî wêdetir e.
Di vê nivîsgeriya têkoşînê şoreşgerî de qehremantiya şehîdan curbecur û ji her reng geşe,şehîdên di xendeqan de pêlewanî û qehremantiyê eêz dikin ,şehîdên çalakiyên rêxistinî di rojên têkoşîna nehênî û xwepêşandanancemewerî ku dîwarên bêdengiyê û tirsê rêjîma dîktetor li ser sîngê milet dişkandin, şehîdên jin û mêr banga weelat pêk anîn û di serhildana pîroz 1991 de beşdar bûn ,her wiha di oparesyona rizgar kirina Êraqê di 2003 ,di rabûna niştimanî lidijî terorê jî di sala 2014`an de bang pêk anîbûn.
Silav li wê rojê Kurdistanî a berçav ,silav li salvegera şehîdan pir bi xwîn û domdar heya roja îro û ku wê berdewam bike heya ku armancên meşa mafê çarenûsiyê pêk tê, dirûşmeya tevgera Niştimanî Kurdistanî .
Endamê Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Stiran Ebdulla
Wergerandin; Nazliye Remedan
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

