Mam ne tenê ji bo Kurd û Kurdistana Êraqê windahiyek bû belku ji çar perçeyên Kurdistanê re
Kurdistan 12:10 PM - 2022-10-03
Bi boneya pêncemîn salvegera koça dawî ya serokê Celal Talebanî, Leyla Hesen Çîlo hevjîna têkoşer Ebdul Hemîd Derwîş sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê sersaxî ji hemû endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi taybetî ji Hîro Xanê û malbata wê re xwest .
Di daxuyaniyekê ji PUKMEDIA`yê re xatûn Leyla got: Mam Celal ne tenê ji bo Kurd û Kurdistana Êraqê windahiyek bû, belku ji çar perçeyên Kurdistanê re windahiyeke mezin bû ,Kurdistanê kesayetiyekî mezin ji dest da û winda kir, herweha got jî partiya me û Yekîtî gelkî nêzîk bûn ji hevdu, civînên me li gel Mam Celal gelek bûn ku hertim behsê mijara jinê dikir û piştevanek bû jêre, keseke wefadar bû û ti cudahî ne dikir navbera pêkhateyan çi kurd çi ereb çi mesîhî bûne alîkarek bû ji hemûyan re.
Derbarê têkiliya malbatî de jî Leyla dibêje: Em wek yek malbat bûne û pêwendiyên me beş bûn, hertim Hemîd Derwşî digot ku ti kes nikare me ji hevdu bike, rast bû tenê mirinê ew ji hev dûr xistin.
Gelek tiiştên me mîna hevdu hebûn, Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di 1 Hizêranê de hate damezrandin û ya me partiya Pêşverû di 14 Hizêran de bû. Mirina Mam Celal 3 mehê bû û yê Ebdul Hemîd 23 heman mehê bû ji ber ku dilê wan bi hevre bû.
Di dawamiya axaftina xwe de Leyla Hesen got: di dema ku Hemîd birayê xwe yê ezîz winda kir û Mam Celal koça dawî kir , Hemîd gotibû min ne xwest ku rojek bê û ez vê yekê ragihînim ku Mam Celal miriye, lê dixwest ku Mam Celal ragihîne ku Hemîd Derwşî miriye . Di dawiyê de dîsa dubare sarsaxî ji gelê kurd re xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

