Çareseriya radîkal a pirsgirêkên Kurd li Bexdadê ye
YNK 11:07 AM - 2023-02-06
PUKMEDIA
Bexdad
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim parêzvanê mafên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûye û hewl daye aramî û bexteweriya zêdetir ji bo welatiyan dabîn bike, di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ku li ser navê YNKê ye hewlên xwe yên ji bo bidawîkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê zêde kirine.
Di rojên derbasbûyî de Qubad Talebanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ligel Serokwezîrê Êraqê û balyozê welatan serkirdaya aliyên Êraqî civiya, herweha jî got pêwîste kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de ji kok ve bên çareserkirin, daku xizmetguzarî û aramiya zêdetir ji welatiyan re bê kirin.
Têkiliyên xurt zêdetir aştiyê tîneEndama Parlamentoya Êraqê ya ji Fraksiyona YNKê Dîlan Qadir ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand; Serdanên Qubad Talebanî bo Bexdadê bi taybet di vê wextê de ku pirsgirêk di navbera Herêm û Bexdad de hene herweha biryarên Dadgeha Federal jî pirsgirêkan aloz kiriye û dê bibe sedema çareseriya bingehîn a pirsgirêkan.
Her çiqas peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bihêztir bibin, dê aramî û xizmetguzariya baştir li gelê Herêma Kurdistanê bi taybetî û Êraqê bi giştî zêdetir bibe ji ber vê yekê cîgirê Serokwezîr dixwaze li ser esasê destûrê nakokiyên di navbera her du hikûmetan de bi dawî bibe.
Kûrahiya stratejîk Herêm, Bexda yeQubad Talebanî careke din Bexdayê bi dest dixe û daxwaza çareseriyeke radîkal a pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike.
Cîgirê Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: Qubad Talebanî serkirdayetiya şanda Herêma Kurdistanê kir û karîbû bi Bexdayê re bigihêje rêkeftinekê û serdanên wî yên vê dawiyê jî ji bo vê yekê bûn, lewma hewlên xwe yên siyasî ji bo dîtina çareseriyekê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bikar anîne.
Talebanî ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gelek hewl daye, ji ber ku hertim di wê baweriyê de ye ku kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê Bexda ye û rêya rast jî çareserkirina pirsgirêkan bi giştî Bexdayê ye.
Werdî got: Qubad Talebanî di wê baweriyê de ye ku divê kêşeyên erdî û darayî ji Bexdayê bên çareserkirin, bi taybetî pirsa petrolê û navçeyên cudaxwaz ku hertim pirsgirêk di navbera her du hikûmetan de bûne.
Dem dema çareserkirina pirsgirêkan eJi bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê destûr wek pîvan bê bikaranîn.
Endamê Parlamentoya Êraqê Husên Mirdan ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand; Êdî dem hatiye ku nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ku ev demeke dirêje dom kiriye û xelk bêhêvî kiriye bi dawî bibe.
Her wiha got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê xwedî berjewendî û armancên hevbeş in ji ber wê jî her ku zûtir pirsgirêkan çareser bikin baştire ji ber ku di dawiyê de divê pirsgirêk bên çareserkirin.
Serokê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di heyama du salên borî de zêdetirî 20 caran serdana Bexdayê kiriye û kariye pişka kurdan di proje yasaya bûdceya sala 2021ê de rast bike.û di wê baweriyê de ye ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi dawî bibin û dixwazin pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de bên çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

