YNK..Pêşniyarên girîng ji bo dabeşkirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê
Kurdistan 01:18 PM - 2023-02-08
PUKMEDIA
Pêşniyarên Hilbijartinan
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi hemû hewlekê dixwaze ku xizmeta pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike û mekanîzmekê ji bo dabeşkirina kursiyên wan di Parlamentoya Kurdistanê de pêş bixe û dûrî kontrolkirina aliyên siyasî bike, ev pêşniyar ji aliyê gelek aliyan ve hat pêşwazîkirin.
Pêşniyarên di berjewendiya pêkhateyan deŞêwirmendê Pêwendiyên Kurdistanê li Yekîtiya NiştimanÎ ya Kurdistanê Tahêr Barzanî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di berjewendiya pêkhateyan de ne û hewl dide xizmeta hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike û wan ji bandorên hizbî dûr bixe.
Pêwîste pêkhate nûnerên xwe yên resen li parlamentoya Kurdistanê hilbijêrinTaher Barzanî dibêje: Tirkman li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê hene ne tenê li Hewlêrê ne, lewma divê tenê nûnerên neteweyên xwe bin û ne nûnerên aliyên siyasî bin.
Got jî: Yên niha li Parlamentoya Kurdistanê ne nûnerên rasteqîne yên pêkhateyên xwe ne, belku nûnerên partiyeke siyasî ne. Gelo li Silêmanî û Germiyanê ti tirkmen nînin? Jixwe ew jî hene, lewma divê em derfetên rast ji wan re peyda bikin ku nûnerên xwe hilbijêrin.
YNK dixwaze hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi rêya çend dezgehan pêk wereTahêr Barzanî dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li çend deveran birêve biçe û kursiyên pêkhateyan li ser dezgehan dabeş bike.
Got jî: Dibe rojeka diyarkirî bo dengdana pêkhateyan diyar bike û ev yek jî dê nûneratîya rasteqîne bo wan di parlemantoya Kurdistanê da misoger bike û di roja dengdanê da nabe kaxaz bên tevlihev kirin ji ber ku Tirkman hene li deverên ku ti tirkman lê tunene deng bi dest xistine!Hinek ji wan jî di roja dengdana hêzên ewlehiyê de deng bi dest xistine!
Pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî baş inKesayetiya Tirkmen Elî Husên di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştiman PUKMEDIA re ragihand: Pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî ji bo piştgiriya pêkhateyên Herêma Kurdistanê pêşniyarên baş in.
Got jî: Pêşniyazên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di berjewendiya pêkhatan û dîtina nûneratiya rasteqîne bo wan di Parlamentoya Kurdistanê de ye.
Yekdestdariya kursiyên pêkhateyan ji aliyê partiyeke siyasî veElî Husên dibêje: Yek ji aliyên siyasî kursiyên pêkhateyan li Hewlêr û Duhokê yekdestdar kir û ew kes e ku xelkê bo van kursiyan destnîşan dike.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê pêşnîyazên baş hene bo helbijartinên dahatî yên Parlemantoya Kurdistanê bo nûneratîya rasteqîne ya pêkhateyan, bê kontrolkirina alîyên din.
Pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî di berjewendiya pêkhateyan de neKesayetiyê Tirkmen Elî Husên dibêje: Yekîtiya Niştimanî qeyda tomarkirina dengderan ji bo pêkhateyan pêşniyar dike û roja hilbijartinan ya taybet bo dengdana pêkhateyan heye.û bi vê yekê em Tirkmen û pêkhateyên mayî dikarin nûnerên xwe yên resen radestî parlamentoya Kurdistanê bikin.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

