Ji sedî 35ê Jindirêsê wêran bûye
Kurdistan 03:58 PM - 2023-02-08
AFP
Karesateke mirovî li Jindirêsê rû daye
Erdhejê herî zêde wêranî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye ku heta niha zêdetirî 750 kesan li wê de jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 35ê Jindirês xerab bûye.”
Du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê jî ziyanên canî li pey xwe hîştin û nûçeyên balkêş jî tên. Li Efrînê jinekê di bin xirbeyan de zarokê xwe bi saxî anî dinyayî lê bi xwe mir.
Li Efrîn a ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên çekdar de ye piştî erdhejê pitika ku nû ji dayik bû bi saxî ji bin kavilan hat derxistin ku navika wê hîn nehatiye qutkirin li klînîkekê tê dermankirin.
Gel dibêje :“Beniyên Xwedê, umeta Mûhemed, gelî camêran, xelkê Jindirêsê li jêr kavilan in. Kes alîkariya me nake ji bo rizgarkirina wan. Amûr nîn in. Banga wan bo hemû tîmên bergiriya sivîl e, kesûkarên xwe werin. Hey hawar kes nîn e, tiştek di destê me de nîn e. Xelk sax in û em nikarin wan derxînin, ji bo xatirê Xwedê. Camêrî ne maye? Em di bextê we de ne, malbat li jêr kavilan in.”
Li Jindirêsê berê kameryê bi ku de biçe, kavil di rûyê wê de derdikevin. Dîmenkî wêrananiya cengên mezin ên cîhanî li bîr tîne. Xelkê vî bajarokî yan jiyana xwe ji dest dane yan dibin kavilan de asê mane yan ji li ser cade û li çolê bêpena, tî, xemgîn û dilşikestî mane.
Xelkê nahiyeya Jindirêsê behsa rewşa mirovî ya kambax dike.
Kesek ji gel got "Li wê derê rewşa mirovî û tendirustî gelek pîs e ji ber ku ji sedî 25ê Jindirêsê xerab bûye, li erdê ye. Heya niha sibehê xelk mirov û zarokên xwe ji bin erdê derdixin. Mixabin tiştên pêwîst li wê derê tinin. Divê bi awayekî bilez midaxeleyek ji bo Efrîn û Jindirêsê çêbibe. Divê ev alîkariyên tên Tirkiyê derbasî Efrînê bibin, ji ber ku li Efrîn heya niha tenê 2-3 traks hene û rewş gelek giran e, ji vê sibehê ve gelek telofon tên û dibêjin zarokên me di bin kavilan de ne û em nikarin wan derxin. Divê herêm û dewletên din xwe bilivînin ji ber ku alîkariyek zû ji Efrînê re bikin."
Rewşa navçeyên din ên bakurê rojavayê Sûriyê jî ku ketine ber erdhejê pir xerab e.
Pêwîstiya xelq bi sûtemenî û mazotê heye. Pêwîstiya bi xwarin û konan heye. Bi hezaran malbat li çolê ne. Çavê wan li Rêveberiya Xweser e û li kesûkarênwan li Kurdistanê ye ku berê xwe bidin bakurê Sûriyê."
Li gorî çavkaniyekê ji nexweşxaneyan, heta şeva duşemê, bêhtirî 600 termên qurbaniyan gihîştine nexweşxaneyê. Nasnameya 27 terman ji wan nenaskirî ye. Hejmara birîndaran gihiştiye 4985 kesî ya miriya 2750 kes. Lê ji ber hejmara mezin a malbatên ku hêj li Jindirêsê li jêr kavilan mane, tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

