Serok Bafil: Em şehîdan Şewketî Hacî Muşîr, Hikmet Hecî Osman û Serdar Xefûr bi bîr tînin
Kurdistan 06:26 PM - 2023-02-08
PUKMEDIA
Şehîdan Şewketî Hacî Muşîr,Hikmet Hecî Osman û Serdar Xefûr
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya 20. salvegera şehadeta Şewketî Hacî Muşîr û her du fermandarên (Hikmet Hacî Osman û Serdar Xefûr Silêman) peyamek belav kir.
“Di vê rojê de em soza xwe ya ji bo ruhê şehîdan dubare dikin ku em ê her dem aramî û ewlehiya xaka xwe ya ezîz biparêzin.
Teksta peyamê:Di 20 saliya şehadeta rêberê têkoşer birêz Şewketî Hacî Muşîr û du fermandarên (Hikmeta Hacî Osman û Serdar Xefûr Silêman) de, em cesaret û qehremaniya van lewên kedkar ên welat bi bîr tînin.
Rêzdar Şewket nimûneya şoreşgerekî dilsoz bû ji bo Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi cesaret û mêrxasiya xwe li eniyên şeran bû cihê baweriya Serok Mam Celal.
Fermandarekî ku tu carî ji berpirsyariyê nereviya û bi cesareta herî mezin rû bi rû metirsiyan bû û di dawiyê de ruhê xwe yê pîroz da Kurdistan û gelê Kurdistanê.
Em îro di vê helkefta birûmet de soza xwe ji bo ruhê şehîdan û gelê xwe yê ezîz dubare dikin ku emê hertim berevaniyê li aramî û asayîşa xaka xwe ya ezîz bikin û rê nedin ti kesek jiyan û aramiya gelê me têk bibe.
Silav li ser ruhê şehîdan û serxweşiyê li malbatên wan ên berxwedêr dikin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

