Asayîşa Partî komkirina alîkariyê ji qurbaniyên erdhejê re asteng dikin
Kurdistan 01:48 PM - 2023-02-11
PUKMEDIA
Kampîna alîkariyê li Duhokê
Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê li Duhokê rê nade ti saziyeke din a xêrxwaziyê ji bo qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Sûriyê kampînê bike, 6 çalakvan û rojnamevanên Yekgirtûya Îslamî girtin û rê li çalakiyên wan ên mirovî digire. arlamenterekî wiha got: Çalakiyên li Badînanê ji aliyê Dezgeha Barzanî ve hatiye yekdestdarkirin û rê nayê dayîn ku çalakiyên rêxistinî û mirovî bên kirin.
Asayîşa PDK duh li bajarê Duhokê avêtin ser kampîna ku ji aliyê rêxistinên Hana, Rabîta û Bextewar ku ji bo alîkariya qurbaniyên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatibû birêxistin û di encamê de 2 çalakvan û 4 rojnamevanên Sepedah TV hatin girtin û kampîn rawestand.
Endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Îsmaîl Elî Taha ji PUKMEDIA re ragihand, 6 çalakvan û rojnamevanên Yekgirtuya Îslamî li Duhokê hatine girtin.
Îsmaîl Elî wiha got: Çawa ku hikûmetê destwerdan li jiyana xelkê Herêma Kurdistanê û mûçeyên karmendan kiriye, Dezgeha Barzanî jî bi heman awayî kar dike û rê nade ti rêxistineke din bi taybet li devera Badînan kar û çalakiyên xwe bike.
Herwaha got: Yekdestdariya gihandina alîkariyan ji bo tenê rêxistinek li Badînanê bi navê Dezgeha Barzanî neqanûnî ye û rêgirtina li gihandina alîkariyan bo qurbaniyên gelê Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.
Rêveberê Navenda Mîtro: Rêgirî neqanûnî ne
Rêvebirê Navenda Mîtro ya Parastina Mafê Rojnamevanan ew astengkirina asayîşa Partî li Duhokê neqanûnî bi nav kir û got: Êrîşa li ser kempîna Sepedah TV, girtina cihê sivîl li Duhokê nîşan dide.
Rêveberê Navenda Mîtro ya Parastina Mafên Rojnamegeran Rehman Xerîb wiha got:
Êrîşa li ser kempîna Sepedah TV û girtina rêxistinker û tîmeke rojnamevanî, girtina cîhê sivîl li Duhokê nîşan dide ku desthilatên herêmê bi behaneya aramî û ewlekarî li herêmê pêşde diçin.
Rawestandina çalakiyên xêrxwaziyê neqanûnî ye
Parlamenterê Kurdistanê Îsmaîl Elî Taha ragihand ku rêxistina Barzanî li Badînan çalakiyên mirovî bi yekdestdarî kiriye û rê nade ti rêxistineke din çalakiyên xwe bike, rêveberê navenda Mîtro amaje bi wê yekê kir ku astengiyên li pêşiya xebata rêxistinan neqanûnî ne û bi karê rêxistinan re nagunce û ya xerabtir jî, piraniya rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê rexneyan nakin û hewla guhertinê didin.
Xerîb got: Yekgirtûya Îslamî û medyaya wê, yan partî yan girûpeke din a civakî, mafê wan çalakiyan heye di çarçoveya yasayên cîbecî de, sînorkirin neqanûnî ne û bandor û mezinahiya karesata mirovî ya li herêmê divê tedbîrên ku di bingehê xwe de bi azadiya rêxistinbûnê re nagunce rawestîne.”
“Ji ber berjewendiyên xwe yên rêxistinî û rêdan çalakiyên wan, piraniya saziyên civaka sivîl ên Kurdistanê amade ne rexne li wê bikin û hewla guhertinê bidin.
Asayîşa Duhokê bi hincetên curbecur rê li rêxistinên civaka sivîl ên herêmê girt çalakiyên wan sînordar kirin û dest danîn ser karmendên rêxistinan û desteser kirin û hemû rêxistinan xwediyê mulata fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.
Roja Duşemê 6-2-2023 danê sibê li gelek bajarên Tirkiye û Sûriyê erdhejek bi pileya 7.4 pêk hat û di encamê de 20 hezar û 665 kes mirin û 80 hezar û 88 kes jî birîndar bûn. Li Sûriyê jî 6 hezar kes jiyan ji dest dane û 56 hezar birîndar bûne .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

