Peymanên siyasî û prensîbên destûrî dê pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 09:20 PM - 2023-02-14
PUKMEDIA
Civînên Serok Bafil bi serkirde, hêz û aliyên Êraqê re
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê dest bi tevgereke din a siyasî kir û serdana serkirde, hêz û aliyên Eraqî yên di qada siyasî de kir û tê de peyam û siyaseta YNKê dupat kir ku yek ji hêzên siyasî yên herî bibandor e ku di biryarên siyasî û rêveberiya Êraqê de cih digire.
Serokê YNKê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, cîbicîkirina rêkeftina navbera aliyên siyasî û parastina mafên destûrî dike.
Hikûmeta Sûdanî çend gavên mezin avêtineCîbicîkirina rêkeftina rêveberiya dewletê ji bo kabîneya Sûdanî gaveke girîng e, bi taybetî ku niha hikûmetê çend gavên girîng avêtine.
Endamê Çarçoveya Hemanhengî Aid Hilalî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Rêkeftinên li ser hikûmetê di çarçoveya hevpeymaniyê de ji bo birêvebirina dewletê gelek girîng in û pîvanên sereke yên karê hevpeymaniyê ne û hikûmet niha li ser kar dike.
Her wiha got:“Cîbicîkirina rêkeftinê dê bandoreke erênî li ser karê hikûmeta Mihemed Şîa Sûdanî bike, di heman demê de hikûmetê çend gavên mezin avêtine, ji ber wê jî pabendnebûna bi rêkeftinê dê pirsgirêkan ji hikûmeta Sûdanî re çêbike’’.
Destûr xala dawî yeDestûr weke xala dawî ya hikûmraniyê li Êraqê tê dîtin û tê xwestin ku pirsgirêkan bi rêya destûrê çareser bike.
Aid Hilalî got:“Hemû hemfikir in ku destûr xala dawî ye ji bo rêvebirin û siyasetê li welat û her xalek ji destûrê ku cudahiya bîr û ramanan hebe, nayê wê wateyê ku çareser nabe’’.
Her wiha got: "Aliyên siyasî dikarin bi rêkeftin û piştgiriya hikûmetê bi awayekî berfireh baştirîn xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bikin. Divê em di çarçoveya hikûmeteke yekgirtî de kar bikin bo xizmetkirina welatiyan ji bo rizgarkirina Êraqê ji van pirsgirêkan."
YNK aliyên Êraqî yekdixeÇareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, cîbicîkirina rêkeftina navbera aliyên siyasî û parastina mafên destûrî gaveke girîng tê dîtin.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê ya Parlamentoya Êraqê Xerîb Ehmed Mistefa ji PUKMEDIA re ragihand:“Hebûna serokê YNKê li Bexdayê bandoreke mezin li ser partiyan û heta hikûmetê jî kiriye û ji aliyekî ve bûye cihê hevgihîştina bîr û hizban û parastina mafên destûrî ji aliyê din ve.
Xerîb Ehmed got: “Aliyên Êraqî daxwaz ji Serok Bafil kirine ku zêdetir li Bexdayê amade be ji bo alîkarî û piştgiriya hikûmetê ji bo cîbicîkirina rêkeftina navbera aliyên ku hikûmet li ser hatiye avakirin û parastina mafên destûrî bike.
Wî lê zêde dike:"Hemû aliyên siyasî di nivîsandina bernameya hikûmetê de rolek lîstine, ji ber wê jî hamû alî hikûmeta Sûdanî weke hikûmeta xwe dihesibînin û YNK jî her dem bûye xala komkirina partiyan ji bo zêdetir xizmetkirina Êraqê."
Rêkeftin di berjewendiya gelê Êraqê de ne
Rêkeftina di navbera partiyan de dê ji hikûmetê re hêsantir bike ku bernameya xwe ji bo xizmetkirina baştir ji xelkê re bi cih bîne.
Şirovekarê siyasî Wasiq Cebrî ji PUKMEDIA malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ragihand: "Rêkeftinên ku hikûmet li ser hatiye damezrandin gelek giring in û aliyên siyasî jî pabendî wan rêkeftinan in, ji wan jî danîna hin proje yasayan û çareserkirina kirîzên ku di berjewendiya gelê Êraqê de ne."
"Rêkeftin dê karê hikûmetê pêş bixe û ji her kesî re eşkere ye ku piraniya karên hikûmetê berê ji ber nakokiyên siyasî di tengasiyê de bûn," wî got.
Di destpêka avakirina hikûmeta nû ya Êraqê de, YNKê di komkirina nêrînan û lihevkirinan de roleke bibandor list,Serokê YNKê ji bo cîbicîkirina rêkeftina pêkanîna hikûmetê hewl daye û yekrêziya partiyan û parastina mafên destûrî weke xala serkeftina hikûmeta Sûdanî dibîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

