Jin ji ber kêmbûna mafên xwe "hikûmetê" sûcdar dikin
Kurdistan 06:25 PM - 2023-02-20
PUKMEDIA
Mafên jinan
Amerîka ji ber kêmbûna mafên jinan li Herêma Kurdistanê nîgeran e û endamekî Parlemena Herêma Kurdistanê jî dibêje: “Desteya kargêrî, hikûmet pişka sereke di binpêkirina mafên jinan li Herêma Kurdistanê ye. "
Hikûmetê mafên jinan binpê kiriyeParlamentera Fraksiyona YNKê ya Parlamentoya Kurdistanê Rojan Hema Kerîm ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: "Li Herêma Kurdistanê paşketineke mezin di warê mafên jinan de heye û heta parlamento bi xwe jî bûye berpirsê binpêkirina mafên jinan, bi taybet dema ku bi hincetên cuda rê nehat dayîn proje yasaya tundûtûjiya nav malbatê li parlamentoyê were guhertin."
Rojan Hema Kerîm got: "Tevî ku rêjeya jinan di parlamentoyê de yasayî ye, lê tişta ku li ser asta hikûmetê tê dîtin, careke din mafên jinan tê binpêkirin û ti post ji jinan re di asta bilind de nehatiye dayîn."
Di vê kabîneyê de mafên jinan hîn zêdetir hatiye binpêkirin
Li Herêma Kurdistanê daketineke eşkere di warê mafên jinan de heye, bi taybetî di vê kabîneyê de, ku rûyê ne baş yê herêmê li hember demokrasiyê nîşan dide û navendên dîplomatîk û rêkxistinî li ser kêmbûna mafên jinan li herêmê nîgeran in.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Binpêkirina mafên jinan di vê kabîneyê de zêde bûye û desthilata cîbicîkar ku hikûmet e, sedema sereke ya paşvemayîna mafên jinan e, ku ev yek jî aliyekî ne baş yê rewşa navdewletî ya Herêma Kurdistanê nîşan dide.
Ev kabîne rengdana jinan nîşan nadeDivê jin %30 ji wezîfeyên hikûmetê bi dest bixin, lê ev maf ji aliyê hikûmetê bi xwe ve hatiye înkarkirin û di pratîkê de nehatiye bicihanîn, di vê kabîneyê de ronîkirina jinan nîne.
Endama encûmena parêzgeha Silêmanî Niaz Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: “Hikûmet destê xwe di binpêkirina mafên jinan de heye, her çend me gelek caran daxwaz kiriye ku %30 ji postên hikûmetê bo jinan be, lê hikûmetê ti bersiv nedaye daxwaza me.
Niyaz Ehmed got: “Niha li Herêma Kurdistanê zewaca jina duyemîn ji aliyê mêran ve binpêkirineke din a mezin a mafên jinan e, ku rêxistinên jinan û heta hikûmet jî li hember wê bêdeng in.
Wê got: “Binpêkirina mafên jinan zêdetir di vê kabîneyê de xuya dike û her roj em dibînin ku jin têne kuştin û kujerên wan bi eşkereyî têne parastin, tevî ku çendîn gilî li ser wan hatine kirin û nehatine girtin”.
Civak jî sedem e
Civak jî sedemeke din a binpêkirina maf û kevneşopiyên civakê li ser jinan hatiye ferzkirin û roj bi roj rewşa jinan dikeve xeteriyê.
Xebatkara Zanîngeha Silêmaniyê Hana Hema Emîn ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Weke jin ez hest dikim ku hinek mafên jinan ji aliyê civakê bi xwe ve tên binpêkirin û civakê hîn adet li ser jinan ferz kiriye ku mafên jinan sînordar kirine.”
“Yasayên Herêma Kurdistanê ji bo hemû kesan ne yek in û gelek kes hene ku tevî tawanên li dijî jinan, ji qanûnê rizgar bûne,ti serweriya qanûnê nebû û nekarîn bên girtin. Sedema sereke ya rewşa niha ya jinan li Herêma Kurdistanê ev e." Hana Hama Emîn got.
Wê got: “Rewşa jinan li Herêma Kurdistanê roj bi roj metirsîdartir dibe û pişka sereke ya vê metirsiyê dikeve ser milê desthilata cîbicîkar ku hikûmet e.
Serkonsolosxaneya Amerîkayê li ser rûpela xwe ya Facebookê bi devê Konsulê Giştî yê Amerîkayê Ervin Hicks got: "Welatê wî nîgeran e ji ber kêmbûna mafên mirovan û mafên jinan li Herêma Kurdistanê û em binpêkirina mafên mirovan bi hovane dibînin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

