Talebanî: Ji bo jinavbirina rûtîn pêwîstiya me bi ezmûna Hindistanê heye
Kurdistan 08:05 PM - 2023-02-21
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Asaf Seîd
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Sekreterê Wezareta Derve ya Hindistanê Asaf Seîd kir û behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê kir.
Civîna roja sêşemê 21.02.2023ê li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Daban Şadala û Balyozê Hindistanê û Konsulê Hindistanê hat gotûbêjkirin û di civînê de behsa çaksaziyê û proseya sazî û dezgehên hikûmeta elektronîk hat kirin.
Di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi pêşketinên Hindistanê di warê hikûmeta elektronîk de kir û got: Herêma Kurdistanê pêwîste ezmûna dewlemend ya Hindistanê bikar bîne da ku pêngavên proseya hikûmeta elektronîk bi serkeve ji bo jinavbirina rûtîn û bertîlgirtinê.
Di beşeke din ya civînê de, Qubad Talebanî behsa pêwîstiya birêxistinkirina sîstema bankê ya elektronî kir û di vê çarçoveyê de, Hindistan gelek pêşketiye, daxwaza hemahengiyê kir.
Sekreterê Wezareta Derve ya Hindistanê Asaf Seîd dilxwaziya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da û got: Em amade ne di warê veguhestina ezmûna welatê xwe ji bo serkeftin û pêşxistina hikûmeta elektronîk alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

