Rabîhe Hemed: YNK berevanê rateqîne a kurdên Feylî ye
Kurdistan 01:36 PM - 2023-02-22
PUKMEDIA
Rabîhe Hemed
Encumena Wezîrên Federal derbarê karûbarên veguhastina qeydên kurdên feylî ji xaneya biyanî bo qeydên welatiyên Êraqî biryar derxist.
Gaveke başe û mafê vedigerîneEndama Encumena Serkirdeyetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rabîhe Hemed ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand ku ev gaveke başe bo vegerandina maf ji xwedyên maf re.
Got jî : Kurdên feylî welatiyên Êraqî ne pêwîst bû ku ji deme rûxandina rêjîma Baas ve ev biyar bihate standin.
Feylî rastî neheqî û zulmeke mezin hatinXanim Rabîhe Hemed dibêje: Kurdên Faylî rastî tawanên derbiderkirin û koçberkirinê hatin, beşek ji wan di gorên komî de hatin binaxkirin û mal û milkên wan jî ji aliyê rêjîma Baas a hilweşiyayî ve hatin desteserkirin.
Û wê got jî: Divê em hemû edaletê ji Kurdên Feylî re pêk bînin ji ber ku ew hemwelatiyên Êraqî ne û qeydên wan nabin nav tomara welatiyên biyanî.
Yekîtiya Niştimanî parêzvanê rast ê mafên Kurdên Feylî yeRabîhe Hemed dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê berevankarê rasteqîne yê mafên Kurdên Feylî ye, ji ber ku serokê rihmetî Mam Celal ji bo parastina mafên Feylî gelek xebat kir.
Got jî: Serok Mam Celal di dema serokatîya komarê de karîbû piranîya mafên Kurdên Feylî vegerîne û ofîsek ji bo şopandina mafên Kurdên Feylî ava kir û ofîs di bin serpereştiya Adil Murad de bû.
Û wê berdewam kir: Yekîtiya Niştimanî karî piraniya mafên Kurdên Feylî vegerîne, û ya ku maye biryara veguhestina tomarên wan ji beşa biyaniyan bo beşa welatiyên Êraqî ye.
PUKMEDYA taybet
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

