Werdî: YNKê û kak Kosret nebûna hikûmet jî nedibû
Kurdistan 10:04 AM - 2023-02-28
PUKMEDIA
Eger YNKê û kak Kosret nebûna zehmetbû hikûmet hebûya
Di bersiva xwe ya li hemberî tawanbarkrinên ku ji aliyê PDKê û malperên wê yên sîwanî de yên li dijî serokê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosrat Resûl Elî Cîgirê Serokê koma YNKê yê parlemana Kurdistanê ragihand ku "Divê li Hewlêr a paytext peykerekî zer jê re bê çêkirin."
Cêgirê koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li parlemana Kurdistanê, Luqman Werdî, di heyama beşdarîkirina xwe di bernameya panorama ya kenala Kurdsatnewsê de ragihand: Dibistana Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê komek ji têkoşer û serkirdeyên navdarên ê vî gelî hene û ji wan jî rêzdar Kosrat e û gereke gelê kurd bi wî şanaziyê bike.
"Birêz Kosrat qehremanê tomarkirina destanên Serî reş, di serhildana xweşdivî de, bû lehengê rizgarkirina Hewlêrê. Eger ne ji birêz kak Kosrat û serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bûya, avakirina saziyên destûrî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê bi azadî li Hewlêr a paytext bi hêsanî nedihatin avakirin." Luqman Werdî got
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de Luqman Werdî wiha got:"Ew malperên Sîwan ên ku bi pereyên neftê yên diziyê tên birêvebirin û dixwazin serkirdeyekî hezkirî yê mîna Birêz kak Kosrat sûcdar bikin, ez dli gor min ku ew ê ji bilî bêrûmetî û şermezariyê tiştekî din nebînin."
Di dawiya axiftinênên xwe de cîgirê koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ya parlemana Kurdistanê wiha got:"Em vê siyasetê bi her awayî napejirînin û em di wê baweriyê de ne ku pêwîste serkirdeyekî delal ê mîna Birêz kak Kosrat ku sembole baş were nirxandin rêzlêgirtin û li paytext Hewlêrê peykereke zêrîn jê re bê çêkirin" û wiha dewam kir: "Herêma Kurdistanê xwediyê birêz Kosrat e ku hemû jiyana xwe ji bo vî gelî derbas kir û tevî tenduristiya xwe ya nebaş jî di şerê DAIŞ'ê de têkçûna komên terorîst bi rê ve bir."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

