YNK û PDK li ser çar xalên guhertina yasaya hilbijartinan li hev kirin
Kurdistan 05:50 PM - 2023-02-28
PUKMEDIA
Luqman Werdî û Zana Mela Xalid
Piştî destpêşxeriya Serok Bafil, îro Sêşemê 28-2-2 Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê li hev kirin.
Piştî civîna dezgayî hilbijardinî Yekêtî û Mektebî hilbijardinî Partî,Cîgirê Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî û Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Luqman Werdî di konferansê de wiha got: “Piştî destpêşxeriya Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, her çend gelek nakokiyên me yên din hebûn, lê me xwest em bi hev re ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinan bicivin.
Ew got:“Li ser gelek xalan, bi taybetî li çar xalan, têgihiştinek hevbeş hebû, ew jî;
Yekem: Divê hilbijartin li çar deveran bên kirin.
Duyem: Nîvê hilbijartinan bi lîsteya vekirî û nîvê din jî lîsteya girtî be.
Sêyem: Hejmara kursiyên navçeyên hilbijartinê li gorî amarên Wezareta Bazirganî ya Êraqê be.
Çarem: Hevahengiya ligel Komîsyona Iraqê ji bo bikaranîna lîsteya dengderên Êraqê.
Got jî: Garantîkirina mafên Neteweyên xaleke din e ku em li ser li hev dikin, lê nêrînên me yên cuda li ser kursiyên dawî hene.
Cîgirê Serokê Fraksiyona YNKê got: “Ji ber ku ev mijar bi jiyana hemû welatiyên herêmê ve girêdayî ye, biryar hat dayîn ku ji bo civîna bê li gel aliyên din gotûbêj bikin û li hev bikin.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokratên Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid ragihand:“Ji bo hilbijartinên sala 2023’an bê kirin me li hev kir her wiha ku dirêjkirina parlamentoyê pêştir neçarî bû ,ew mijarên ku me di navbera her du aliyan de li ser li hev nekiribûn, mijara herêmên hilbijartinê, mijara aktîvkirina Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, awayê hilbijartina lîsteyan, ev çend xal bûn ku me berê li ser li hev nedikir,îro me li ser hev kir’’.
“Çend xalên din jî hene ku emê di çend rojên bê de civînan lidar bixin û têbînî û şêwirîn li gel aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ku helwestên xwe hene, her aliyek li Herêma Kurdistanê, werbigirin.” Li ser vê mijarê bi partiyên din re jî bicivin û nêrînên wan bistînin."Wî got.
Berpirsê Lijneya Hevrêzî û Çavdêriya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: "Di civînê de ew mijarên ku berê YNKê derbarê hilbijartinan de tekezî li ser wan kiribûn hatin gotûbêjkirin."
Ew lê zêde kir:“Beriya niha ev civîn li ser biryara Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi amadebûna Mekteba Siyasî û Dr.Rêwaz Fayeq Serokê Parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin û ev biryara hat dayîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

