Talebanî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de dike
Kurdistan 11:43 AM - 2023-03-16
PUKMEDIA
Cîgirê serokê Hikûmetê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad
Talebanî tekez kir ku niha proje yasaya bûdceya federal li ber destê me ye û
divê em kar li ser yasayîkirina vê qanûnê bikin da ku welat pêşde bibe.
Qubad Talebanî di semînara ku di dîdara
Silêmaniyê de hat lidarxistin de got: Divê em kêşeyan nas bikin û çareser bikin
û budceya salane ya me hebe û kêşeyên bermayî li gel hikûmeta federal çareser
bikin û rûbirûyê kirîzên li pêşiya me bibin.
Wî diyar kir: Em nikarin di vê rewşê de
berdewam bin, divê em siyaseta petrolê li welat pêş bixin, divê em siyaseta xwe
ya petrolê biguherînin û bi hikûmeta federal re li hev bikin û bernameya xwe ya
petrolê ji bo xizmetkirina gelê xwe pêş bixin û rewşa niha ya Êraqê pêwîstî bi
me heye. bi hikûmeta federal re peymaneke berfireh pêk bînin da ku bikarin
bazarê bîrên petrolê bikin.
Cîgirê
serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got: Gelek danûstandin li gel hikûmeta
federal heye, divê em zelal bikin ka kî dikare bi kompaniyên petrolê re
girêbestê bike, mafê kê heye petrolê hinarde bike? Niha pêwîste em van hemî
tiştan nîşan bikin da ku ji binî ve bêne çareserkirin.
Qubad
Talebanî got: Divê em bi awayekî radîkal van kêşeyan çareser bikin û bi tevahî
dawî lê bînin, divê hinartina petrolê têxin xizmeta gelê xwe û bextewariya
welatiyan.
Herweha Talebanî
ragihand: Em dikarin hemû pirsgirêk û nekokiyên ku ev demeke dirêje berdewam in
çareser bikin û ez we dilniya dikim ku em dikarin pirsgirêkên di navbera
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de çareser bikin. Nerînake min ya
cuda heye derbarê siyaseta naftê di hundirê Hikûmeta Herêmê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

