Anqereyê doza Parîsê winda kir û petrola herêmê hate rawestandin
Kurdistan 04:44 PM - 2023-03-25
PUKMEDIA
Enqere bi bê Êraq nikare nefta Herêmê derbas bike
Hikûmeta Êraqê li hember hinardina petrola herêmê bo Turkiyeyê kerteka din a qanûnî wergirt û berî niha jî karteka dadgeha federal hebû ku yasaya petrol û gazê ya herêmê red bike û hikûmeta Herêmê rojane (450) hezar bermîlên petrolê ber bi Turkiye ve hinarde dike û wezareta petrola Êraqê jî bi fermî pêşwazî li biryara dadgeha navdewletî ya Arbitral a li Parîsê dike Biryar hatiye dayîn ku têkiliyên navbera Bexdad û Enqereyê neyên astengkirin."
Gurzike din li herêmê ket
Enqereyê di şeva 25/3/2023`an de, şîret li Bexdadê kir û hişyarî da ku "Dadgeha Dadweriyê ya Navneteweyî di doza demdirêj a Enqereyê de, derbarê hinardekirina petrola xam a hikûeta Herêma Kurdistanê ya di berjewendiya wê de ye" û li gorî nûçeyeke rojnameya Argûs a Tirk: da ragihandin:" Ev yek jî guezike din a li herêma nîv-xweser a Êraqê ye."
Di raporê de li ser Argasî û Bloombergê ya Tirkiyê hate weşandin:"Tirkiye nahêle petrola xam a li Herêma Kurdistanê bêyî destûra Êraqê ji Bendera Cîhanê re bê veguhastin."
Hikûmeta Êraqê du kartên gelek bihêz li dijî deverê hene
Behcet Ehmed xwediyê masterê di girêbestên petrola Êraqê de ye PUKMEDIA ji malpera fermî ya YNK`ê re ragihand: "Niha hikûmeta Êraqê du biryarên gelek girîng derbarê rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de heye û wiha pêde çû û got: "Ya yekemîn biryara Dadgeha Federal e ku di 15`ê Çileya 2022`an de hatiye derxistin û ya duyemîn jî biryara Dadgeha Arbitral a Navnetewî ya li Parîsê ye ku şeva borî hatibû derxistin û her du biryar jî qanûnî ne û li ser wê bingehê ne."
Behçet Ehmed got: "Di sala 2014an de rawestandina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Cêhanê dê rastî qeyraneke kûrtir a darayî were û eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Êraqê re li hev neke, mûçeyên karmendan yên meha Nîsanê nayên dayîn".
9 sal in ev doz li Parîsê ye
Doza dadgeha dadwerane ya Udaya bazirganî ya navdewletî ya li Parîsê ev 9 sal in berdewam e û dibêje ku peymana veguhastina borî ya petrolê ya sala 1973 binpê kiriye û ev jî dihêle ku petrola xam bê razîbûna Bexdadê bo Turkiyeyê bihê hinardekirin.
Ev nakokî vedigere sala 2014`an dema ku hikûmeta herêmê bê razîbûna Bexdaydê bi awayekî serbixwe neft hinardeyî Tirkiyeyê kir û girêbesteke demdirêj çêkir, di heman demê de borî yê berê petrola xam ji kêlgeha petrola Kerkûkê ya li bakurê Êraqê anî bendera Cîhanî ya Tirkiye yê.
Fişar li Hewlêrê her diçe dijwartir dibe
Herêma Kurdistanê xwe dispêre hinardina petrola xam bi rêya Turkiyeyê û biryara dadgeha Parîsê fişara li ser Hewlêrê tundtir dike û karta xwe ya destî di danûstandinên bi Bexdadê re bi taybetî di biwarê petrol û gazê de lawaz dike, niha guft û goyên bi kabîneya Muhemmed Şaya Sûdanî serokwezîran û hukûmeta herêmê re hene.
Çekeke xurt a Êraqê heye
Ku niha hikûmeta Êraqê bi hêza dadgeha Parîsê çekdar e û karteka din jî ji dadgeha federala Êraqê re tê dan û ji meha Şibata sala 2022 ve yasaya petrolê û Xazî herêma Kurdistanê wek "nedestûr" da nasandin û dadgeha federal jî girêbesta hikûmeta herêmê bi kompanyaya biyaniya mayinên petrolê re vegerand.
Wezareta neftê ya Êraqê par ragihandibû ku kompaniyaya Amerîkî li ser biryara dadgeha federal ya ji bo derxistin û vekêşana proseya girîbestên Kurdistanê li Bexdadê
Her wiha kompanyaya mezina bazirganî trafigura peywendiyên xwe di dawî ya meha kanûna duyem de bi hikûmeta herêmê re birrand û ev jî tenê astengên herêma Kurdistanê mezintir dike û şîyana xwe bo bazara petrola xam alûz dike
Di vê navberê de Herêma Kurdistanê rojane 450.000 bermîlên petrolê ber bi Turkiye ve derxistiye û wezareta petrola Êraqê jî bi fermî pêşwaziya vê biryarê kiriye û ragihandiye, ku ev biryar wê li pêşiya peywendiyên navbera Baxdadê û Enqerê nebe asteng û da xuyakirin, ku ew dê mekanizmekê ji bo deranîna petrola herêmê bi desthilatdarên peywendîdarên herêma Kurdistanê û desthilatdarên Tirkiye re bibînin.
Çavkanî: Bloomberg, Argus Tirkî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

