PDKê deng da ku Kerkûk venegere ser Herêma Kurdistanê
Kurdistan 04:12 PM - 2023-03-28
PUKMEDIA
Guhertina qanûna hilbijartinê rê dide Erebên îthalatî ku li Kerkûkê dengê xwe bidin
Li gor guhertina sêyem ya yasaya hilbijartinan, ku PDK pişka sereke ya dengdan û pesendkirinê bû, rê dide hejmareke mezin ji erebên îthalatî li Kerkûkê dengê xwe bidin û bi vî awayî demografiya bajêr diguhere.Parlamenterekî Parlamentoya Êraqê got:"Li gorî yasayan nabe encamên hilbijartinan bandorê li ser postên bajêr û vegerandina Kerkûkê di paşerojê de bo ser Herêma Kurdistanê bike."
Serok Mam Celal derbarê YNK û Kerkûkê de got: “Ti Kurdekî bi rûmet nemaye ku dest ji Kerkûkê berde. Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî di salvegera azadkirina Kerkûkê de got: YNK dê heta hetayê ligel Kerkûk û xelkê wê bimîne û emê bi xwîna xwe Qudsê Kurdistanê biparêzin.
PDK li hember Kerkûkê xemsar bûParlamentera Fraksiyona YNKê ya Parlamentoya Êraqê Sebah Hebîb ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand.“PDKê dengê xwe da sêyem guhertina yasaya hilbijartinên Êraqê, ku rê dide gelek Erebên îthalat li Kerkûkê dengê xwe bidin, lê yasa dibêje, nabe encamên hilbijartinan bandorê li ser postên bajêr bike û Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê. "
“Fraksiyona PDK’ê bi awayekî nehênî haya wan ji guhertinên di projeyasaya Kerkûkê de hebû, ji ber wê jî bêdeng bûn û ji bo berjewendiyên teng ên hizbî dengê xwe dan wê projeyê ruxmî ku me hişyarî da PDK'ê ku ev xal dê zirarê bide Kerkûk û Kerkûkiyan ‘’ Parlamentera Kerkûkê Sebah Hebîb got.
Piraniya kurdan li Kerkûkê ji mafê dengdanê bê par inBerpirsê Dezgeha Hilbijartinan a YNKê dibêje, sêyem guhertina yasaya hilbijartinan li parlamentoya Êraqê berovajî hinek xalên destûra Êraqê ye.Derxistina qanûneke wiha komployeke li dijî gelê Kurd li Kerkûkê.”
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Razgar Hacî Hema ji PUKMEDIA re ragihand:"Derxistina vê yasayê ne tenê binpêkirina eşkere ya destûra Êraqê ye, belku komployek li dijî gelê kurd li Kerkûkê ye û mebest jê ew e ku rêjeya herî zêde ya kurdên Kerkûkê ji dengdanê bêpar bihêlin."
Hemed her wiha got: “Dana statûya taybet bo Kerkûkê û cudakirina wê ji parêzgehên din berovajî destûrê û binpêkirineke eşkere ye, ji bilî metirsiya dengdana li ser Kurdên xwecihî yên Kerkûkê.
Ji bo her aliyek ku di derxistina qanûnê de cih bigire şerm eJi partiyên Kurdistanî tê xwestin ku li dijî qanûnê li Dadgeha Federalî gilî bikin, ji ber ku ev qanûn nedestûrî ye û mafên kurdan binpê dike.
Pisporê di warê destûrê de Yûsif Goran di axaftinekê de ji PUKmedia`yê re ragihand: “Parlamentoya Êraqê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan dengê xwe dide ku mafê dengdanê dide Ereban û mafê dengdanê ji Kerkûkên din werdigire wekû Xelkê Çemçemal û Dûzxurmatûyê û got: "Ev madeya 140 a destûrê ye û divê partiyên Kurdistanî vê qanûnê red bikin û li Dadgeha Federalî giliyê wê bikin."
Wî got: "Şerm li hemû kesên ku di amadekirin û derxistina qanûneke wiha de beşdar bûn, ku bi erzanî têkoşîna bi dehan salan a şoreşa kurdî û qurbaniyên wan û nasnameya neteweyî ya bajêr firotin." Yousef Goran wiha dibêje.
Nabe ti qanûn li dijî Destûra Bingehîn be
Pisporê yasayî yê Êraqê Elî Temîmî ji PUKMEDÎA'yê re wiha got: "Nabe ti yasayek ku berevajî destûrê be derbikeve, berovajî divê li gorî destûrê be."
Temîmî her wiha got: “Li gor madeya 14 a destûra Êraqê, ku dibêje hemû hemwelatî wek hev in, kurd dikarin serî li Dadgeha Bilind a Federalî bidin, li dijî wê yasayê ku tenê rê dide ereban dengê xwe bidin û nade kurdan.
Parlamentoya Êraqê di 27-3-2023an de bêyî beşdariya fraksiyona YNKê sêyemîn guhertina yasaya hilbijartinan pesend kir.
Di heyama 18 salên borî de, ev yekem car e parêzgeha Kerkûkê ligel hemû parêzgehên din ên Êraqê beşdarî hilbijartinan dibe û xelkê Kerkûkê jî dê mafê xwe bikar bînin.
YNK’ê Kerkûk weke stratejiya xwe ya mayînde temaşe dike, di komploya li dijî wî de beşdar nebû, lê hinek alî dudilî nebûn li hember wî bajarî çi ji destê wan tê dikin, tenê ji ber ku Kerkûk nifûsa YNKê ye û di hilbijartinên berê de YNKê dengê yekem bidest xistibû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

