Yasaya parizgeha Helebçe di karnameya Encumena Nûneran de ye
Kurdistan 12:13 PM - 2023-04-01
PUKMEDIA
Parizgeha Helebçe
Encumena Nûnerên Êraqê bernameya xwe ya
roja Yekşemê ragihand ku rûniştin di demjimêr heştê êvarê de dest pê dike, di
civînê de xwendina yekem ya proje yasaya xistina parêzgeha Helebçe li Komara Êraqê
tê kirin.
Her wiha dengdana li ser
proje yasaya birêvebirina jêderên wîrasî û raport û gotûbêja (xwendina duyem)
ya proje yasaya amar û sîstemên zanyariyên cografî hate kirin.
Qerebûkirina xelkê parêzgehêNûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Hema Şerîf di daxuyaniyekê de ji bo PUKMEDIA re hewlên xwe yên ji bo qerebûkirina qurbaniyên bajêr nîşan da û got: “Me daxwaznameyek pêşkêşî Serokatiya Encumenê kir û ji bo ku daxwaznameyê statûya yasayî û îdarî werbigre divê 25 parlamenter li ser îmze bikin da ku ji Serokatiya Parlamentoyê re rabe û daxwaza me hat qebûlkirin û ewe ku xizmetguzariyên zêdetir bo parêzgeha Helebçe û qerebûkirina xelkê wê bê kirin.
Parizgeha HelebçeEncûmena Wezîran a Hikûmeta Federal di civîna xwe ya awarte ya roja 13.03.2023ê de, rêkarên îdarî ya ji bo hesabkirina bajarê Helebçe weke parêzgeheke nû ya Êraqê bidawî kir.
Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şiya El-Sûdanî di dema beşdarbûna xwe di dîdara Silêmaniyê de tekez kir ku “Li ser bîranîna bi êş ya tawanên hovane yên rêjîma diktator li dijî gelê me yê Kurd li bajarê Helebçe, ev bûyerek xemgîn e û di 13.03.2023an de li encûmena wezîran deng li ser pirojeya veguhertina parêzgariyê hat dayîn, ku ev herî kêm ji bo qurbaniyên wan ên mezin em dikarin pêşkêş bikin.
Dr. Amanc Rehîm sekreterê civata wezîrên herêmê dupat kir: Hikûmeta federal di rûniştina xwe ya awarte de hemû rêkarên federalî ji bo ku bajar bibe parêzgeheka nû ya Êraqê temam kir û Helebçe bû parêzgeha (19) ya Êraqê.
Yek ji daxwazên Yekîtiya Niştimanî yeSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di hemû hevdîtin û hevdîtinên xwe yên li gel hêz û aliyên siyasî yên Êraqê de tekez li ser temamkirina proseya federalî ji bo pejirandina Helebçe parêzgeheke nû li Êraqê û dosyaya parêzgeha Helebçe yek ji mijarên girîng bû di projeya Yekîtiya Niştîmanî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanê de.
Budceyeke taybet ji bo ParizgehêSerokkomarê di gotarekê de di merasima 35 saliya tawanên Helebçe de got: Helebçe bûye sernavê têkoşîn û qurbanîdan û karesatên ku gelê me rastî wan hatiye, û ez gelkî kêfxweşin ku Encumena Wezîran biryar da ku Helebçeyê wek parizgehe 19 ya Êraqê ragihîne, em hêvîdarin di zûtirîn dem de biryar li ser wê were dayînû jêre bûdceyek taybet bê qeqetandin ji bo avakirinê mîna parizgehên din.
Hêjayî gotinê ye ku di 16’ê Adara 1988’an de bajarê şehîd Helebçe ji aliyê rêjîma hilweşiyayî ve bi çekên kîmyewî hat bombebarankirin û di encamê de bi hezaran jin, kal û pîr û zarokên bê guneh şehîd bûn û dîmenên herî balkêş di bîranîn û wijdanê mirovî de hîştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
08:54 PM - 2026-07-28
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Asayîşa Herêmê girtina 2 terorîstên DAIŞê ragihand
Kurdistan 09:57 PM - 2026-07-28 -
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28



.jpg)


Aplîkêşin

