Werin em bi berpirsyarî bi vê derfetê re mijûl bibin û ji dest nedin
Kurdistan 08:33 PM - 2023-04-04
PUKMEDIA
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyamekê de ragihand got:’’ Piştî nêzîkî deh salan ji qeyran û zehmetiyan, niha derfeteke zêrîn hatiye,werin em hemû bi berpirsyarî vê derfetê ji bo rastkirina xeletiyên berê û vegerandina hêviyê li gelê Kurd bikar bînin.”
Diviyabû me berê ev yek bikira, ne piştî biryara dadgehên navneteweyîCîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro Sêşemê 4-4-2023 li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir û tê de wiha got: “Di rewşa niha de hem ji aliyê yasayî û hem jî ji aliyê desthilatên hikûmeta federal ve, ji bilî razîbûna bi firotina petrolê bi rêya SOMO, ti rêyeke din li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemabû’’.
Talebanî got: “Tevî ku diviyabû me berê û bi rizamendiya xwe ev yek bikira, ne piştî biryara dadgehên navdewletî, lê niha jî em wek gaveke rast dibînin ku hinartina petrolê ji nû ve were destpêkirin û di paşerojê de ev pirsgirêk were çareserkirin.”
Kî neftê difroşe ferq nake, ya girîng ew e ku em mûçe û xizmetê bidinCîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got:“Me beriya niha jî çend caran tekezî li ser wê yekê kiriye ku ne giring e kî petrolê difroşe, ya giring ew e ku em mûçeyên karmendan dabîn bikin û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêş bikin. Di heman demê de divê li ser yasaya petrol û gazê, pesendkirina yasaya bûdceyê û vegerandina aramiya aborî li Herêma Kurdistanê ber bi rêkeftinekê ve biçin.’’
Her wiha got:“Niha ne dema wê ye ku em xwe wek qehreman nîşan bidin, dema wê yekê ye ku em xeletiyên xwe bipejirînin da ku pirsgirêkan bi zelalî bibînin û ji bo berjewendiya gelê Kurd çareser bikin.Ji ber wê jî divê em sûdê ji vê xweşbîniya niha werbigirin û hewl bidin ku yasaya petrol û gazê û yasaya bûdceyê bi baştirîn şêwe û di zûtirîn dem de bipejirînin.”
Êdî hincet dê nemînin
“Herêma Kurdistanê di deh salên borî de tûşî xisareke mezin bûye, geşepêdana aborî û gelek proje rawestiyane, dayîna mûçe jî ketiye tengasiyê, ji ber ne aramî û ne şefafiya dahatê, Herêma Kurdistanê bê qanûna bûdceyê hatiye birêvebirin, ev jî bû kêmkirina baweriya welatiyan bi saziyan, ji bo vê niha ti behaneyek namîne ku parlamentoya Kurdistanê budceyek zelal pesend bike.
“Ji niha û pê ve û piştî vê rêkeftinê, em geşbîn in ku em hemû ji paşerojê ders werbigirin ku em hewlên xwe ji bo avakirina rêveberiyeke baş û bihêzkirina baweriya welatiyan bi saziyan zêdetir bikin.
Divê em projeyên xizmetguzariyê vejînin, şefafiyê di çarçoveya yasaya bûdceyê de pêş bixin û dadperweriyê di dabeşkirina dahat û xizmetguzariyan de li ser hemû parêzgehan bê cudahî misoger bikin," Talebanî got.
"Piştî nêzîkê deh salan ji krîz û zehmetiyan, niha derfetek zêrîn heye. Berê gelek caran derfet dihatin windakirin, ji ber vê yekê divê em hemî bi berpirsiyarî vê fersendê bikar bînin, ne tenê nehêlin ji holê rakin belkû lê sûd werbigirin ji bo rastkirina xeletiyên berê û vegerandina hêviyê ji bo gelê Kurd."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

