Fraksiyona YNKê: Em rê nadin binpêkirinên parêzgarê Kerkûkê berdewam bin
Kurdistan 11:25 PM - 2023-04-05
PUKMEDIA
Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê
Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê ji binpêkirinên ku parêzgarê Kerkûkê bêyî vegere ser yasaya parêzgehê kiriye nîgeran e û dibêje:“Bûdceya parêzgehê ji bo berjewendiyên şexsî yên parêzgar tê terxankirin û em xelkê Kerkûkê piştrast dikin ku em rê nadin ev binpêkirin berdewam bin, herwiha daxwaz ji Desteya Çavdêriya Darayî jî dikin ku ji nêzîk ve çavdêriya girêbestên projeyên Kerkûkê bike.
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Êraqê ji bo serokwezîr, serokê lijneya darayî ya parlamentoya Êraqê û dozgerê giştî daxuyaniyeke nerazîbûnê li Parlementoyê da û got:"Li ser bingeha raporta Desteya Çavdêriya Darayî ya Federalî, me dît ku li parêzgeha Kerkûkê ji bo pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê li navçeyên cuda yên parêzgehê pêwîstî bi mekanîzmeke zelal heye."
Wan got: “Li gorî qanûna Ewlekariya Rewşa Awarte ya hejmar 2 ya sala 2022’an, divê parêzgeh di dema cîbicîkirina qanûnê de xwe bispêre nifûs, plan û daneyên yekîneyên îdarî, ji ber vê yekê ya ku niha diqewime berovajî vê yasa yê ye û parêzgarê Kerkûkê bi wekalet binpêkirina yasayê dike û ew jî cureyeke gendeliyê ye."
Parêzgarê Kerkûkê desthilatên xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar tineWiha got:"Parêzgarê Kerkûkê desthilatên xwe ji bo berjewendiya xwe û komên derdora xwe bi kar tîne û binpêkirinên herî eşkere jî %15 ji bûdceya parêzgehê ji bo projeyên stratejîk bê piştgiriyeke yasayî terxan dike, ji ber wê jî em bang li serokwezîr dikin ku bi awayekî cidî lêkolînê li ser van binpêkirinan bike."
Fraksiyona YNKê: Nabe bûdceya Kerkûkê ji bo berjewendiyên şexsî were terxankirin
Fraksiyona YNKê got: "Em rê nadin binpêkirinên parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê berdewam bin û deng nadin proje yasaya bûdceya sala 2023ê, eger ji nêzîk ve çavdêriya hemû projeyên wê parêzgehê neyê kirin."
Fraksiyona YNKê ragihand: “Em rê nadin binpêkirinên bi wekalet parêzgarê Kerkûkê berdewam bin û eger bi hûrî çavdêriya hemû projeyên parêzgehê neyê kirin, deng nadin proje yasaya bûdceya sala 2023ê.“Em rê nadin bûdceya parêzgehê ji bo berjewendiyên şexsî yên parêzgar bê terxankirin, ji ber wê jî em ê dosyayê pêşkêşî Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran bikin da ku hay ji bûyerên li Kerkûkê çêbibin.
Wan daxwaz ji Buroya Çavdêriya Darayî kir ku hewil bide ji bo kontrolkirina girêbestên projeyên Kerkûkê û eşkerekirina dosyayên gendelî û xerabirina mal û milkên giştî, herwiha Fraksiyona YNKê jî hişyarî da ku ew dê berdewam bin li ser çavdêriya parêzgehê û bidawîkirina vê rewşa parêzgehê. "Em cudakariya li herêmên kurdan red dikin, bi taybetî li her du navçeyên Qerehîncîr û Şivan, ku miqdara xizmetguzariyên tên pêşkêşkirin kêm in."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

