Dadgehê dahata petrol herêmê xiste destê Bexdayê
Kurdistan 04:01 PM - 2023-04-11
PUKMEDIA
Neft û dahata Herêma Kurdistanê
Piştî ku 14 sal ji hinartina petrolê di bin kontrola PDKê de,Aborî ya Serbixwe ya Herêma Kurdistanê de bi ser neket, di bin fişara dadgehên navdewletî û navxweyî de petrol radestî Êraqê hat kirin, ku ev yek jî daxwaza xelkê ji bo jiyaneke baştir û şefafiya dahatê bû.Xerckirin û jinavbirina gendeliya ku xelkê berê jê sûd wernegirtiye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê BafIl Celal Talebanî piştî biryara dadgeha Parîsê ya rawestandina hinardekirina petrolê got: "Êdî dem hatiye ku ji bo pêşeroja gelê me û nehiştina pirsgirêk û qeyranên mezin, li Herêma Kurdistanê petrola Herêma Kurdistanêbi bi rêya SOMO bê firotin.
Ji destê PDK gelek êş Heremê kişand
Endamê Lêjneya Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Azad Gelalî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re gotiye: "Mixabin piştî 10 salan ji dosyeya petrolê ya di destê PDKê de bû, Herêma Kurdistanê tûşî krîzeke mezin a aborî kir û geşepêdana aborî daket asta herî nizim û proje rawestiyan, mûçe hatin birîn, derengxistin û teserûfa mûçe çêbû."
Her wiha got: “Aboriya serbixwe û hinartina petrolê bûye diyardeyek gemar û lekeyek reş li ser hikûmeta Kurdistanê, lê me dît ku petrola Herêma Kurdistanê di destê komek çete, diz û mafya neftê de ye. ‘’
Radestkirina petrolê gel kêfxweş kir
Piştî deh salên serxwebûna aborî û firotina petrolê, petrol û dahata Herêma Kurdistanê di kabîneya nehê de radestî Bexdayê hat kirin û bi rêya SOMOyê tê firotin.
Her wiha got: “Gelê Kurd bi radestkirina petrolê bo Bexdayê kêfxweş e, ji ber ku her welatiyekî Bexdayê dizane çend lître petrol hatiye hinardekirin, çiqas hatiye firotin û dahata hikûmetê çend e.
Şêrko Azad Gelalî got: “Tişta ku me di firotina petrolê de dît, %50 ji bo kompanyayên hizbî û brokerên partiyek diyar bû, lewra petrola herêmê bûye xêr û bextewarî bo partiyek diyarkirî û bûye bextreş ji bo welatiyan.
PDKê neftê bi mezadê derxistibû
Cîgirê serokê fraksiyona YNKê dibêje: “Mazadeya petrolê ya PDKê encama birîna mûçeyan, çêbûna krîzên curbicur, birçîbûna xelkê û xistina herêmê ye.
Cîgirê Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: “Tiştê ku qewimî, ne rêkeftinek bû, belku cîbicîkirina biryara dadgehê bû, ku YNK her dem ji bo berjewendiyên gelê Kurd û ji bo nebûna şefafiyeta petrolê û talankirina çavkaniyên bin erdê yên herêmê fişarê li wan dikir ku rêya rast jî hinartina petrolê bi rêya Bexdayê be."
“Berî ragihandina bi navê aboriya serbixwe, pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya Êraqê ji sedî 17 bû bêyî ku yek dilopek petrolê derxîne, lê piştî rêkeftina mecbûrî ku hemû dosyaya petrolê radestî SOMO hat kirin u niha para Herêma Kurdistanê ji bûdceya Êraqê tenê ji sedî 12,6 e. PDK hîn jî bi biryarê razî ye. Ev jî têkçûna aboriya serbixwe ye."
Peyman an teslîmbûn?
Tişta ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ne rêkeftina ligel Bexdayê bû, lê di bin fişaran de petrolê radest kir.
Pisporê girêbestên neft û gazê Rêbwar Mihemed Emîn ji PUKMEDIA re ragihand: “Tişta ku Serokwezîr behsa wê dike ne rêkeftina ligel Bexdayê û radestkirina petrola Herêma Kurdistanê di bin zextê de ye.
“Di bin navê aboriya serbixwe de hinartina petrolê ziyaneke mezin gihandiye gelê Herêma Kurdistanê û bi saya petrolê hinek alî zengîn bûn û xelkê hejar jî hejartir bûn, ji bilî wê yekê jî haya kesî ji dahata petrolê ya rastîn tunebû, lê eger petrol bi rêya SOMO were firotin, helbet zelalbûna dahata petrolê ye.
Her wiha got: Karta petrolê ji Êraqê re hatiye dayîn û ji niha û pê de dê dahata parêzgehan bi awayekî hevseng di çarçoveya yasaya bûdceyê de bê şandin û beşek ji pirsgirêkan dê bên çareserkirin.
Di heyama 10 salên borî de, bi navê aborîyeke serbixwe, heta niha jî hikûmet ligel PDKê ye, ziyanên aborî Herêma Kurdistanê ketine bin û bi deynekî mezin ku tê texmînkirin 30 milyar dolar e. Ji ber wê jî di bin fişara Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniyê ya Parîsê de, di 4-4-2023-an de Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û biryara dadgeha Parîsê ya derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de cîbicî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

