Aliyek di nav Partî de nîzîkbûnê têk dide
Kurdistan 10:19 AM - 2023-04-12
PUKMEDIA
Logoyên Yekîtî û Partî
Baskek di nava Partiya
Demokrata Kurdistanê de hewl dide her nêzîkbûnekê ligel Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê têk bibe û ev bask jî dibe asteng li pêşiya her nêzîkbûnekê û hewla
lidarxistina her civîneke hevbeş, li hember de jî Yekîtiya Niştimanî hewl dide
civînekê lidar bixe û ji bo berjewendiya welatiyan û armancên bilind ên gelê me
bi awayekî vekirî pirsgirêkan nîqaş bikin û çareser bikin.
Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî gelek caran tekezî li ser
pêwîstiya lidarxistina civîneke hevbeş kir û got: Dema her nêzîkbûnek di
navbera Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat de çêbibe, ew nêzîkbûn têk diçe.
diyar e ku destek heye ku naxwaze peywendiyên di navbera Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê û Partiya Demokrat de baştir bibe.
Hewldanên cidî ji bo
lidarxistina civîneke hevpar tê têk birin Semîr Hewramî berdevkê Qubad Talebanî
cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke televizyonî ku PUKMEDIA dişopand
de got: Dema her nêzîkbûnek di navbera Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê û
Partiya Demokrat de çêdibe, aliyek ji Partiya Demokrat di hikûmetê de ji bo
têkbirina wê nêzîkbûnê daxûyaniyekê dide
û beriya Cejna Newrozê jî hewlên cidî ji bo lidarxistina civîneke hevbeş hebû,
lê Cotyar Adil berdevkê tîma Partiya Demokrat di hikûmetê de daxuyaniyek da û
ew hewil têk bir.
Got jî: nîyetek di nav
Partîya Demokrat da heye ku ti rêkeftinekê li gel Yekîtîya Niştîmanî encam
nedin, lê ew naxwazin ji hevwelatîyan ra bêjin ku ew naxwazin digel Yekîtîya
Niştimanî rêkeftin bikin.
Yekitiya Niştimanî yek biryare ne wek Partiya Demokrat e
Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Fehîme Sabir
ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Dema ku nêzîkbûnek di navbera
her du partiyan de çêbibe, aliyek di nava Partiya Demokrat de wê nêzîkbûnê xera
dike û dibe çavkaniyek ji bo derxistina aloziyê di navbera wan de.
Û wê got jî: Yekîtiya Niştimanî berevajî Partiya Demokrate xwedî biryardereke
yekalî ye, û her biryarek ji aliyê serok û serkirdayetiyê ve bê dayîn yekser tê
cîbicîkirin, lê ev çend sal in ku me biryareke yekgirtî di nav Partiya Demokrat
de nedîtiye. û ji me re eşkere bûye ku di nav Partiya Demokrat de baskek heye
ku naxwaze di navbera her du partiyan de nêzîkbûnek çêbibe.
Wê diyar kir: Nêzîkbûna di navbera Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Demokrat
de di berjewendiya welatiyan de ye û çarçoveya Herêma Kurdistanê bihêztir dike.
Helwesta baskê Partiya Demokrat cuda ye
Şirovekarê siyasî
Zerdeşt Celal ji PUKMEDIA re got: Di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê de
baskek heye ku ajandayên welatên din li Herêma Kurdistanê cîbicî dike û ev yek
jî bû sedem ku tenê bighîne armancên xwe yên şexsî bêyî xema berjewendiyên
bilind ên gelê me bixwa.
Got jî: Siyaseta şaş a
kabîneya niha ya hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçova cîbicîkirina ajandayên
neyarên kurdan da ye û herêma Kurdistanê xistîye ber gelek kirîz û pirsgirêkan
tê.
Wî jêderî eşkere kir:
Helwesta vê baskê di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bandorên nerênî yên
berçav li ser Herêma Kurdistanê heye, lewra dem hatiye ku hevwelatî siyaseta
xelet a baskê şikestî yê Partiya Demokrat red bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

