Penagehiyaa Enfalciyan li Hewlêrê, bû sedema hêrsa gel
Kurdistan 04:24 PM - 2023-04-15
PUKMEDIA
Penagehiya Enfaliyan ya li Hewlêrê bû sedema hêrsa gel
Malbetên enfalkirî yên li Hewlêrê jî ji daldeyîn û hewandina enfalciyan nerihet bûne û wiha dibêjin: "Ew Enfalciyên ku mala xal û çend kesatiyên din ên enfalkirine, niha ew kurê wî tawanbarî serokê qayîmeqamiyetê Hewlêrê ye" û endamê berê yê polîtburoya Partîya Demokrata Kurdistanê jî ragihand "Ew tawanbarên ku jenosîd li dijî gelê Kurd kirine niha li Hewlêrê ne, di heman demê de hejmarek ji çalakvan û malbatên enfalkiriyan pilan dikirin ku xwepêşandekaneke nerazîbûnê li dar bixin, lê asayîşa Hewlêrê rê li ber wan girt".
Serok Bafil xemsariya hikûmeta Herêmê rexne kir
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya salvegera karesata Enfalê peyamek belav kir û got: Ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê û dermankirina birînên wan, erkê hikûmeta federal û civata nûneran e ku erkên xwe yên destûrî û mirovî bicîh bînin û bibin beşek ji hewlên dîrokî û exlaqî bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê.
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê (YNK)`ê BafIl Celal Talebanî di salvegera karesata Enfalê de peyamek weşand û ragihand: "Xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember xizmên qurbaniyên Enfalê û paşguhkirina daxwazên wan ên rewa nîgeran e û divê her kes vê rastiyê bizane ku Germiyanên têkoşer xwediyê para şêr in di dîroka têkoşîna gelê Kurd û pêkanîna vê ezmûnê de. Ji ber vê yekê pişta xwe dayîna Germiyan û Germiyanên qehreman bêwefayiyeke mezin e li hember xwîna şehîdan."
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, serok Bafil wiha got: Ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê û dermankirina birînên wan, erkê hikûmeta federal û civata nûneran e ku erkên xwe yên destûrî û mirovî bicîh bînin û bibin beşek ji hewlên dîrokî û exlaqî bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê. Her pêngavek bi vî rengî nîşanek cidî ya xebata bi hev re û ji bo pêşerojek geştir e.
Enfalkiriyekî Hewlêrê: Bavê şaredarê Hewlêrê mala xalê min Enfal kir
Elî Mehmûd yek ji rizgarbûyî ji enfalan û çalakvan di bernameya Rehend ya Kanala Kurdsatê de ji bo bîranîna Enfalan ragihand: Enfal mala xalê min e û çend kesên din ên nasên me ku yên Enfalan kirine, niha kurê wî qayîmeqamê Hewlêrê ye, ji ber vê yekê dilê me ji vî bajêrî re çawa wê xweş bibe?
Di dirêjahiya hevpeyvînê de"Roja pêncşemê asayîşa PDK`ê rê li ber kombûna malbatên Enfalê girt û qedexe kir, di heman demê de, ti behaneya ji bo nehiştina salvegera Enfalê li Hewlêrê nîne ku li ti welatekî cîhanê pêwîstî bi destûrê nîne û dê weke bûyereke neteweyî were bîranîn û salvegera wê bête kirin."Elî Mehmûd wiha got.
Enfalkar ji zarokên şehîdan baştir dijî
Li Hewlêrê rê li salvegera Enfalan tê girtin û mafperwerek jî dibêje: "Kurên Enfalkaran ji kurên Enfalkiriyan xweştir û aramtir li paytextê dijîn".
Mafnas Hêmin Mihemed Ehmed ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re li ser axaftinên endamê polîtburoya partiya PDKê ragihand: "Ji bo Enfalkaran û nifşên wan Hewlêr aram e û jiyanek bextewer ji wan re peyda kiriye û ji bo malbatên şehîdan jî, em hemû dizanin di çi rewş û jiyanê de ne."
Em gelek xemgînin ku li paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê partiyekê ve kesên tawanbarên Enfal û jenosîda miletê Kurd rojekê ji rojan ewên ku destê xwe li ser xwîna miletê me wendakirine, niha li Hewlêrê ji aliyê artiyekî desthilatdar ve tên parastin". Çalakvana mafnas Hêmin Mihemed Hama wiha got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

