Yekîtiya Niştimanî.. hewleke berdewam bo vegerandina mûçeyên paşketî bo karmendan
Kurdistan 12:54 PM - 2023-04-18
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser vegerandina mûçeyên
paşketî yên karmendan hewl dide, ev mijar bi rêya cîgirên xwe di Encûmena
Nûneran de ji bo piştrastkirina vê mijarê di bûdceya federalî de hatiye
bilindkirin.
Her wiha li Parlamentoya Kurdistanê hemû hewlên xwe ji bo
vegerandina mûçeyên hatine komkirin kar kir û ji bo vê yekê pirojeyek yekgirtî
pêşkêşî we kir û mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de ti gav
neavêt.
Me projeyek tam pêşkêş kirCîgirê Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewla vegerandina mûçeyên paşketî dide û proje yasayek yekgirtî pêşkêş kir ji bo vegerandina mûçeyan bo karmendan.
Got jî: Me di proje yasayê de daxwaz kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi qerzên paşketî xerc û bacên elektirîkê yên hevwelatîyan dabîn bike û pereyên mayî jî bi qonaxan vegerîne karmendan.
Ji bo vegerandina mûçeyan hewldan tê kirinLuqman Werdî dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê kar dike bo vegerandina mûçeyên paşketî yên karmendan, bi taybetî dema ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdceya xwe pêşkêşî parlamentoyê dike.
Got jî: dema bûdce bigehe perlemanê Kurdistanê, emê qebareya hinartin û xercîyên hikûmetê bizanin û paşê dê biryarê bidin ka çawa ew mûçeyên paşketî dê çawa bên vegerandin.
Li Bexdadê jî hewldan berdewam e
Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Bryar
Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Mijara komkirina mûçeyê karmendan ji aliyê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve red kiriye û ev biryar ji aliyê Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ve ji bo çareserkirina kêmasiyên di dabînkirina mûçeyan de
hatiye dayîn.
Got jî: Em daxwazê ji serokatîya civata nûneran dikin ku
her du komîteya darayî û komîteya pilandanana stratîjîk araste bike ku ev babet
wek xalekê li bûdceyê bê zêdekirin daku ew pere bo karmendan vegere.
Divê mûçeyên karmendan wekî zext neyê bikaranîn
Nûnerê Biryar Reşîd dibêje: Nahêle mûçeyên karmendan weke
karteke fişarê ji ti aliyekî ve li hember aliyekî din were bikaranîn, ji ber ku
debara jiyana welatiyan xeta sor e.
Got jî: Em daxwaza zêdekirina xalekê li maddeya 13ê dikin
ku eger her yek ji her du hikûmetan pêbendî rêkeftinê nebe, ji bilî birîna
mûçeyên karmendan bi r;kar;n din rabe.
Em dikarin mûçeyên paşketî bi hin rêbazan vegerînin
Serokê berê yê Lêjneya Darayî li Parlamentoya Kurdistanê
Elî Heme Salih dibêje: Mûçeyên paşketî yê karmendan bi gelek awayan tên
vegerandin, ku ya herî girîng jî terxankirina bûdceyeke taybet bo wê proseyê
ye.
Hema Salih got jî: Divê pere ji bo wê proseyê bê
terxankirin, eger em bikarin pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê ji 12.67 bo 14%
bilind bikin. Veguhertina Hêzên Pêşmerge bo karmendên Wezareta Berevaniyê. Ji
bilî veguhestina karmendan li deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bo
karmendên hikûmeta federal.
Mîqdara mûçeyên paşketî
Hikûmeta
Herêma Kurdistanê piştî kêmasiya ku di bûdceya xwe de di sala 2014ê de
derketibû, sîstema paşxistina mûçe cîbicî kir û nêzîkî 12 milyar dolar ji
mûçeyê zêdetirî milyonek û 255 hezar karmendan di wan salan de heta sala 2022ê
qut kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

