Talebanî li Delphiyê: Divê em pêdiviyên xwe yên navxweyî bi cih bînin û piştre gazê bişînin derve
Kurdistan 05:44 PM - 2023-04-27
Arşîv
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di gotareke xwe ya di Korbenda Aborî ya Delphi ya Yunanistanê de got: "Kurdistan di warê jeopolîtîk de di rewşeke aloz de ye û divê em bi aqilane bi cîranên xwe re tevbigerin. Pêwîste têkiliyên me bi hemû aliyan re baş bin."Her çend herêm ji aliyê samanên xwezayî ve dewlemend e, lê mixabin heya niha jî 24 saetan elektrîka me nîne, lewma divê berî ku hizra hinartina gazê bikin, vê pirsgirêkê çareser bikin û pêdiviyên navxwe bi cih bînin.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo cara duyemîn li Yewnanîstanê beşdarî Korbenda Aborî ya Delphi bû û got: "Çavkaniyên xwezayî hikûmetê tembel dike, divê em xizmetên baş pêşkêşî gelê xwe bikin."
Divê xeynî dahatên petrolê xwe bispêrin dahatên din jî"Pêwîstiya me ya navxweyî ya mezin bi enerjiyê heye, gelek çavkaniyên me yên gazê hene ku hîn nehatine derxistin, çavkaniya giştî ya dahata me girêdayî petrolê ye û divê em bi aqilane tevbigerin da ku çavkaniyên dahatê cihêreng bikin."Parastina neft û çavkaniyên din ên xwezayî aborîyek bi îstîqrar peyda nake, lewma divê em xwe bispêrin çavkaniyên din ên dahatê, lewma em li vir in ku ji ezmûna Yewnanîstan û welatên din sûd werbigirin.
Bi şefafiyê, gendelî dê dijwar beHer wiha got:"Me li ser e-hikûmeta elektronîk xebitî. Ger şefafiyek hebe gendelî zehmet dibe ji ber ku hikûmetek burokratîk dê gendeliyê belav bike."
Jin dikarin di hikûmetê de rolek baş bilîzin“Wekheviya di navbera jin û mêran de li Kurdistanê tiştekî bi baweriya me ye ku jin dikarin roleke baş di hikûmetê de bilîzin.
Têkiliyên xwe bi welatan re xurt bikinTalebanî got: "Pêwendiyên me bi rêveberiya Amerîkayê re baş in, lê em ne li dijî Îran û Tirkiyê ne. Divê em bi welatên din re têkiliyên xwe xurt bikin."
“Pêwendiyên me bi Kurdên Sûriyê re jî hene û me bi hev re li dijî DAIŞê şer kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

