Qubad Talebanî: Em pêşwazî li destpêşxeriyên çareseriya aloziyên Herêmê dikin
Kurdistan 05:09 PM - 2023-05-04
Taybet
Şandeke Amerîkî bi Qubad Taebanî re civiya
Qubad Talebanî ji şanda Amerîkî re:"Em pêşwazî li destpêşxeriyên çareseriya kêşe û aloziyên Herêma Kurdistanê dikin."
Îro roja pêncşemê 4-5-2023 cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya alîkarê wezareta derve ya Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Lîf û şandeya pê re kir.
Bi amadebûna endamê desteya kargêrî ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Derbaz Kosret Resûl û cîgirê rêvebiriya peywendiyên derve ya hikumeta Herêma Kurdistanê Daban Şidele û alîna Romanoskî balyoza Amerîkayê li Êraqê û Îrfîn Hîkis kunsilê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê di wê civînê de, derbarê rewşa giştî û pêşhat û guhertin û peywendiyên di navbera Bexdad û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di derbarê arîşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî de, cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand:" Ew arîşeyên hene metirsiyê li ser cih û rewşa Herêma Kurdistanê çêdikin û pêywîste em hemû kar bikin da ku bi gîyanê berpirsatiyê wan çareser bikin, ji ber ku nabe pirsgirêkên partiyetî û siyasî bigihînin xala derbaskirina hêlên sor ên neteweyî û bi taybetî lawazkirina helwestê Herêma Kurdistanê li Êraqê".
Her weha herdu aliyan basa rewşa azadîya derbirînê li Kurdistanê kirin, ku cihgirê serokwezîr ê Herêma Kurdistanê ragiahnd:" Em herdem şanazIyê bi parastina raderbirîna azadîya ramanê û rojnamevaniyê dikin, belê mixabin di vê dawiyê de em rastî rexneyên hevalên xwe yên di vê mijarê de hatin tekez li ser wê yekê jî kirin, ku ji bo ku navûdengî û statûya herêmê di astê navdewletî de têkneçe".
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

