YNK û Gorran pêwendiyên xwe bihêztir dikin
Kurdistan 06:30 PM - 2023-05-09
PUKMEDIA
Li bajarê Silêmaniyê YNK û Gorranê civiyan
Tîma hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê di hikûmeta xwecihî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên YNK û Gorranê di nav hikûmet û partiyê de ji bo rûbirûbûna kêşeyan kir.
Di daxuyaniyeke hevbeş de ku ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re hatiye şandin, YNK û Gorranê behsa reşnivîsa siyaseta karê hevbeş û amadekariyên qonaxên bê kirin.
Nivîsa daxuyaniyê
Daxuyaniya tîma hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran li Rêveberiya Xwecihî ya Silêmaniyê.
Tîma hevbeş a Tevgera Gorran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hikûmeta Xwecihî ya Silêmaniyê ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî, guhertin û amadekariyên qonaxên bê û baştirkirina peywendiyan civiyan.
Di civîna îro de bi serokatiya Cîgirê Serokê Herem Mistefa Seyîd Qadir û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li bajarê Silêmaniyê civiîn her aliyan pêk hat û têda derbarê çawaniya rêkxistina peywendiyan li ser asta parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî û Herêma Kurdistanê bi giştî gotûbêj kirin. Her wiha rewşa niha nirxand û li ser danîna siyaseta karê hevbeş û amadekariyên qonaxên bê gotûbêj kirin.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku, pêwîste peywendiyên YNK û Gorranê di nav hikûmet û partiyê de bihêztir bibin daku hêviyên xelkê bi cih bînin û bikarin rûbirûyê kêşeyan bibin û bergiriyê li daxwaz û pêdiviyên rewa yên Silêmaniyê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

