Mekteba Siyasî: Em piştgiriya daxwazên rewa yên mamostayan dikin
YNK 10:14 AM - 2023-05-15
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya
salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahî li serok û
sekreteriya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dike û dibêje: "Yekîtiya
Mamostayên Kurdistanê di hemû qonaxên têkoşîna xwe ya zanistî, perwerdeyî û
pîşeyî de roleke mezin lîstiye û em piştgiriya hemû daxwazên rewa yên
mamostayan dikin."
Naveroka peyama Mekteba Siyasî:
Bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên
Kurdistanê, em pîrozbahiyê li serok, sekreteriya û hemû mamostayên Kurdistanê
dikin.
Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê di hemû qonaxên têkoşîna xwe
ya zanistî, perwerdeyî û pîşeyî de rolek mezin lîstiye û hertim li pêşiya
xebata netewî û rizgarîxwaziya gelê me bûye, Ji bo welat gelek qurbanî daye.
YNKê di germa şerê Pêşmerge de li çiya û navçeyên azad yên
ser bi xwe ve, derfetek guncaw ji bo xebata rêxistinên pîşeyî li kêleka erkê
Pêşmerge pêşkêş kiribû.
Îro îdareya bajêr zêdetir û baştir piştgîriya armanc û
daxwazên Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dike ji bo parastina mafên hemû
mamostayan û pêşxistina xwendin û zanistiya Kurdistanê.
Bi vê boneyê em piştevaniya hemû daxwazên rewa yên mamostayan
dikin, bi taybetî di warê bilindkirina pileyan, vegerandina mûçeyên paşerojê,
zêdekirina xanenişînan û dabînkirina xanî û jiyaneke bi rûmet.
Em van hemûyan weke fektarê pêşketina perwerde û zanistê
dibînin.
Bi vê boneya bi rûmet em mamosteyên ku di qonaxên cuda yên
têkoşînê de xizmet kirine û her tim çiraya perwerde û zanistê bilind kirine,
silav dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

