Xwendinek di Roja Zimanê Kurdî de
Nêrîn 11:36 AM - 2023-05-16
Taybet
Himend Şêxo
Ev çend salin di bîranîna roja Zimanê Kurdî de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di dewlemendiya zimên û hemû warên zimanzaniyê de berçav e.
Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan şaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewşên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.
Zêdetirî Şeş hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene
Heya salên 1950 ji zêdetirî 200 ziman li vê herêmê û 184 ziman li cîhanê bi awayekî herî kêm ji aliyê 10 kesan ve hatiye axaftin.
Netewa Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de , heya niha jî zimanê kurdî rastî êrîşan tê. Zimannasên Zimanê Kurdî diyar dikin ku dagîrkerên Kurdistanê herdem xwestine rê li ber pêşkertina Zimanê Kurdî bigrin û bidin pişaftin.
Zimanê Kurdî zimanekî Têr û serbixwe ye, Herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên Rojhilat de. Zimanê Kurdî ji çend zaravayên weke Kurmanciya Jorîn , Kurmanciya Jêrîn, Naverast û Goran pêk tê. Lê heya niha zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeş.
Di vê çarçewê de lêkolînerên zimanê kurdî wisa dibînin û dibêjin: Ji encama sedemên xaknîgariya welatê me hêştiye Kurdistan ji aliyê deşt û çiyan ve were dorpêç kirin.Herdem Kurdan xwe parastiye û tevlîbûna xwe ya ji bo derve kêm çêkiriye. Ji ber vê yekê şêwaz û axaftina herêm û navçeyan ji hevdu cuda ne.
Di aliyê rêzanî de jî parçebûna kurdan yek ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî rêzanî. Di dîrokê de tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîşan xebat kiriye û li berxwe daye.
Rewşa Zimanê Kurdî li her parçeyekî KurdistanêLi Kurdistana Bakûr dewleta Turkiyê siyasteke hovane li ser gelê Kurd dida meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirî bû. Lê piştî damezrandina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dest bi xebat û têkoşînê bû , Niha li Bakûr zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye , û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene.
Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd berdewam bû di aliyê xwendin û nivîsandina kurdî de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin.
Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn
Li Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê rewşa zehmet û dijwar de gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî bi hişmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe diparast , Û bi taybetî piştî bayê guherînê giha Rojhilata navîn û derbas Sûriyê bû rewşa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de hate guhertin û derbas qûnaxeke din bû , di vê derbarê de ji bo fêrkirin û pêşxistina zimên xebateke hêja hate kirin û hêjayî gotinê ye ku "Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê" yekem nivîsgeha partîzanî û yekem saziya fêrkirina zimên bi navê "Saziya Cegerxwîn" a fêrkirin û parastina Zimanê Kurdî li Efrînê damezrandin û bi dehan ji xort û keçên kurd fêrî xaknîgarî , çand , dîrok û xwendin û nivîsandina Zimanê
Kurdî kirin.
Piştre xebata zariyên kurdî geştir û firehtir bû , û di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin hatinbidest xistin, ji Dibistanên seretayî de heya bi Zanîngehê.
Hêjayî gotinê ye ku li hersê herêmên kurdî Efrîn, Kobanî û Cizîrê Peymangeh û Zanîngeh hatin vekirin. Her wiha gelek Rojname , Salname , Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibûn.
Di rewşa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyeke zêde bi Zimanê Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke Tendrustî, Rêzanî, Ragihandinî, Aborî, û Hunerî bi Zimanê Kurdî tên bikaranîn. Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî siyasetên tunekirinê li ser gelê me dimeşînin û zimanê me didin pişaftin , Lewre Kurd di welatê xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin. Mixabin Ev jî pirsgirêk û derdekî mezine. Li dawiyê Ez Roja Zimanê Kurdî tevahî gelê Kurdistan pîroz dikim û bi taybetî ez li hevalên xwe yên Mamoste , Nivîskar , Zimanzan û Zimanhezên Zimanê Kurdî pîroz dikim û dibêjim :
Ber bi xebateke zêdetir ji bo parastin , geşkirin û pêşxistina zimanê kurdî ji ber ku :
Hezkirina zimên
ji hezkirina welête
Parastina zimên
ji parastina welête.
15 / 5 / 2021 Z – 2635 K
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

