Serok Bafil: YNK amadeye rêkeftinê bike û bi Gorranê re bibe yek
Kurdistan 08:31 PM - 2023-05-19
Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil
Serok Bafil li ser gora Nûşêrvan Mistefa
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya salvegera koça dawî ya Nûşêrvan Mistefa peyamek belav kir û got:“Ez dixwazim bêjim ku birêz Nûşêrvan Mistefa ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo piraniya gelê Kurdistanê jî bav bû.”
Nivîsa peyamê.
Bi minasebeta salvegera koça dawî ya birêz Nûşêrvan Mistefa yek ji rêhevalên damezrîner ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hevalê Serok Mam Celal, serê xwe li ber dîroka paqij ditewînim û vê roja xemgîn bi rêzdarî bi bîr tînin.
Siyasetmedarê Kurd û rêberê şoreşa nû birêz Nûşêrvan Mistefa birmend, dibistaneke nû ya raman, rewşenbîrî, wêrekî û karîzmaya rêxistinî bû ku di hemû qonaxên têkoşîna gelê Kurd de roleke pêşeng lîst û bû parçeyek girîng a serkeftina gelê me di şerê çekdarî de .
Ez dixwazim bibêjim ku birêz Nûşêrvan ne tenê ji bo zarokên xwe lê ji bo piraniya gelê Kurdistanê jî bavek bû.
Îro ji her demê zêdetir ez dixwazim ji bo Gorranê biaxivim, dema daristaneke mezin wek birêz Nûşêrvan Mistefa dîrok û nasnameya we be, ez hêviyê dibînim û hêviya pêşerojê jî heye. Ji ber vê yekê divê ev me teşwîq bike ku gavên mezintir bavêjin.
Dema bavekî wek birêz Nûşêrvan çiyayê wêrekiyê bû, li beramber bahozê daristana ewlehiyê bû û siya aramiyê bû, di ramanê de hêviyek da, helbet windabûna wî bi êş e, lê îman teşwîqek dike em berdewam bibin.
Ez êşa bêbaviyê ji bo neviyên wî û Gorranê fam dikim ji ber ku ez û birêz Qubad di wê êşê re derbas bûn.
Hêvîdarim Gorran û YNK ji bo gelê me bibin ew çiya ji ber ku her kes dizane ku di proje û pêngava siyasî ya dawî ya jiyana xwe de Serok Mam Celal û birêz Nûşêrvan heta xala yekgirtinê gelekî nêzîkî hev bûn û gavên mezin avêtin.
Ez vê salvegerê wek derfetek dibînim ku ji her kesî re ragihînim ku YNK amade ye ber bi rêkeftineke nû û yek girtina gel Gorranê ve biçe.
Gumana min tune ku em dikarin bigihêjin armanc û xeyalên Mam û birêz Nûşêrvan û bi hev re temam bikin.
Rêya rast a têkoşîn û bidestxistina armancên netewî û Kurdistanî ev e
Hezar silav li ruhê birêz Nûşêrvan û hemû têkoşer û şehîdên rêya rizgariyê.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

