Biryara ji nû ve birêxistinkirina maliyeya giştî û navendîkirina mûçeyan hat pesendkirin
Kurdistan 08:20 PM - 2023-05-24
Hejî Omar
Civîna Encûmena Wezîran
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 24ê Gulanê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Beşa yekem a civînê li ser pêşkêşkirina pêşhatên herî dawî yên projeyasaya budceya federal bo salên 2023, 2024 û 2025 û gotûbêjkirina li ser wan madde û birgeyên bi heqên darayî yên Herêma Kurdistanê ve girêdayîne bû, ku di civîna Encûmena Wezîran a Êraqê ya roja 2ê Gulana 2023an de hinek ji maddeyan hatin hemwarkirin û di nav wan de jî guherandina madeya 12 û rakirina wê destewajeya ku metirsî bû li ser şandina heqên darayî yên Herêmê.
Di civînê de amaje bi hewla çend endamên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê hat dayîn, ku hewla hemwarkirina maddeyên 13 û 14 dan û pêşniyarên wan li dijî maf û heqên Herêma Kurdistanê ye, ku rêkeftin li ser hatiye kirin û ji aliyê Encûmena Wezîran a herdu hikûmetên Herêm û Federal hatine pesendkirin û di çarçoveya rêkeftina 4ê Nîsana 2023an û projeya yasaya budceya Iraqê de hatine bicihkirin.
Herêmê erkê xwe bi cih anîne
Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê danûstandin û gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal bo Encûmena Wezîran xiste rû, ku derencama rêkeftina navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal lê ketiye bi arasteya berjewendiya herdu aliyan û li ser bingeha destûrê û dabînkirina heqên Herêmê di projeyasaya budceyê de, loma divê bilez were kirin di pesendkirina budceyê de û rêz li maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê were girtin û ti hemwarkirin û guherînek di projeyê de neyê kirin li derveyî birgeyên rêkeftin û hevtêgihîştina hevbeş a navbera herdu aliyan.
Serokwezîr dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe cîbicî kiriye, loma li hember vê yekê Hikûmeta Federal jî divê erkê ser milê xwe cîbicî bike û maf û heqên Herêma Kurdistanê weke navçeyên din ên Iraqê dabîn bike.
Di dawiya vê beşê de, Encûmena Wezîran biryar da ku şanda danûstankar berdewam bibe di pêwendî û hevahengiyê de ligel Hikûmeta Federal û endamên Encûmena Wezîran û Parlamentoyê ji fraksiyonên Kurdistanî ji bo rêgirtina li her hewleke bi arasteya binpêkirina maf û heqên Herêmê ku destûrê cîgir kirine û di nav rêkeftina navbera herdu hikûmetan de projeyasaya budceyê dengê xwe daye.
Divê ti cudahî di navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Êraqê de nebe
Li ser heqên darayî yên Herêmê di nava van 5 mehên sala 2023an de Encûmena Wezîran pêşniyara Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pesend kir bi şandina nivîs bo Encûmena Wezîran a Bexdayê, ji bo karkirina bi maddeya 13 ya yasaya îdareya darayî ya federal a sala 2019an, bi rewakirina yek li ser duwanzdehê xerciyên kirdarî yên Herêmê di sala berê de ku ji aliyê tîma hevbeş a Dîwana Çavdêriya Darayî û Hûrbînî ve hatiye kirin, weke wê mekanîzmaya ku xerciyên parêzgehên din ên Êraqê pê têne xerckirin ji 1/1/2023an ve û nabe cudakarî di navbera Herêm û navçeyên din Iraqê de were kirin, Herêm jî amade ye ji bo her pabendiyek bikeve stûyê li ber ronahiya yasaya îdarî ya darayî ya federal.
Di beşa duyem de gotûbêj li ser danîna mekanîzmaya pêwîst ji bo cîbicîkirina biryara civîna berê ya Encûmena Wezîran taybet bi rêkxistina darayî ya giştî li Herêmê.
Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan û pêşniyarkirina çend hemwarkirinekê, Encûmena Wezîran bi yekdengî hemû birgeyên biryara xwe pesend kirin bi reçavkirina wan hemwarên ku ji laiyê Encûmena Wezîran ve hatine encamdan.
Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr tekezî li ser girîngiya van birayaran kiriye ku careke din bingehên darayî yên giştî li Herêmê dadirejîne bi arasteya bi navendîkirina dahat û xerciyan û bi navendîkirina mûçeyan li seranserê Herêmê ku karê li pêşîne be li pêş her xerciyeke din û peyrewkirina yeksanî û hejmara niştiyan ji bo xerciyan (ji bilî mûçe).
Encûmena Wezîran hemû wezîr raspartin ku ji niha ve plana cîbicîkirina birgeyên vê biryarê dabirêjin û ji bo garantiya cîbicîkirina biryarê jî, bordeke bilind a piştevaniyê hat pêkanîn ji bo hêsankarî û rakirina berbest û astengan.
Di dawiya civînê de, reşnûsa projeyasaya Wezareta Tendirustiyê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîra Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê Vala Ferîd ve hat pêşkêşkirin. Armanca vê projeyasayê bilindkirina asta saziyên tendirustiyê yên giştî û xizmetguzariyên wan e, Encûmena Wezîran biryar da ku derfet were dayîn bi Encûmena Wezareta Tendirustiyê û Rêveberên Giştî ya Tendirustiyê li parêzgeh îdareyên serbixwe ku di heman demê de endamên Encûmena Wezaretê ne, pêşkêşkirina xwe ya dawî bikin, da ku were amadekirin ji bo dengdana dawî ya di civînên dahatû yên Encûmena Wezîran de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

