Dirêjkirina temenê Parlamentoya Kurdistanê neqanûnî ye û li dijî destûrê ye
Kurdistan 06:47 PM - 2023-05-30
PUKMEDIA
Konseya Dadwerî ya Bilind
Dadgeha Bilind a Êraqê biryar da ku dirêjkirina dema parlamentoya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û biryarên di dema dirêjkirinê de hatine girtin jî pûç in.
Dadgeha Bilind a Federal a Êraqê roja Sêşemê biryar da ku dirêjkirina dema parlamentoya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û hemû biryarên ku di dema dirêjkirina parlamentoyê de hatine dayîn, betal in.
Serokê Dadgeha Bilind a Federalî, dadwer Casim Mihemed Ebûd, di rûniştina dadgeha taybet a ji bo dirêjkirina dema parlamentoya herêmê de got ku "destûr xwedî hêzeke razber û herdemî ye û ew belgeyeke yasayî ye ku wê ferz dike, qanûnên li ser hemû deshilatdaran, û destûr rêgeza bingehîn ên ku proseya siyasî li ser wan hatiye avakirin, di nav de serweriya yasa û ku gel çavkaniya deshilatê ye.
Herwaha got: ‘’Di destûrê de hatiye diyarkirin ku temenê parlamentoyê 4 sal be û her metneke din ya yasayî ku berovajî destûrê be, pûç û betal tê dîtin.
Navbirî wiha berdewam kir: “Herêma Kurdistanê li gor xalên destûrê federal e û berdewamiya rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê piştî dirêjkirina zêdetirî 4 salan berevajî bendên wê ye û dadgehê biryar da ku dirêjkirina dema parlamentoyê û jiyana Parlamentoya Herêma Kurdistanê ne destûrî ye û pêncemîn rûniştina wê bi dawî hatiye û ya ku piştî dirêjkirina wê hatiye dayîn ji aliyê destûrî ve betal e."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

